Şeqaqî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Êla Şeqaqî
Şəqaqi eli (az)
Agahiyên gelemperî
Hoz Palûkanlû
Zaferanlû
Ervanlû
Pesiranlû
Badanlû
Goranlû
Yarehmedlû
Mîrsultanlû
Mûsanlû
Şatranlû
Fethelîxanlû
Tûşmallû
Esperlû
Ziman Azerî, Farsî
Herêmên dîrokî Botan
Belavbûn Azerbaycana Rojhilat
Erdebîl
Xorasan (Bocnûrd)
Zengan
Demografî
Gelhe 50.000 mal (1814)[1]
Bawerî
Dîn Îslam (şiî)

Şeqaqî yek ji êlên esilkurd, ên azerîaxiv e. Ev êl a ku aliye olê de şiî ye, niha li hemû cografiya azerîaxiv a li Îranê belavbûye. Herwiha li Filistîn jî malbateke bi navê Şeqaq heye, mumkun e ku pewêndiya wan bi vê êlê re hebe.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl ji Finikê an jî ji qezaya Kilîsê[2] koçberê rojhilata Gola Wirmê bûye. Şeqaq an Şeqak di kurdî de navê heywaneke ku di lingê xwe ve seqet e. Mînorsky diyar dike ku ev êl di dema Baraniyan (Aqkoyinlî) de barê Transqefqasyayê kiriye. Ji xwe ji navê tayifên wan jî belû ye ku ev êleke kurdan a qizilbaş bû ye: Palûkan, Goran, Zaferan, Şatran hemû navên êl û eşîrên kurdan in. Di dokumentên rusan ên serê sedsala 19'mîn ev êl derbas dibe. Gorî J. Morier serjimara Şeqaqan li Erdebîl, Xalxal û Zenganê di 1814'an de 50.000 mal bû. Hin şaxên vanan jî bi eşîrên kurdan ve li Xorasanê hatine bicîhkirin. Şeqaqî bi taybetî di dema Zendiyan de yek ji êlên bihêz bûn. Mîrê Serabê Elî Xanê Şeqaqî xwedî rutbekî artêşiya giring bûye. Kurê wî Sadiq Xanê Şeqaqî mîrê Serabê ji aliye Qeceran ve hatiye kuştin.

Binêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kurdica: Shakaki
  2. ^ Li warê Şeqaqan çend eşîrên, ên ku ji Kilîsê koçberbûne, dijîn: Canbolad, Kolûkcanlû û Dêlikanlû hemû eşirên Kurdên Kilîsê ne û warê wanan ê kevneşopî herêma kilîsê ye. Mumkun e ku wanan piştê Serhildana Canboladan li hember osmaniyan reviyabin Îrane.