Şerê Grunwaldê 1410

(Ji Şerê Grunwald hat beralîkirin)
Şerê Grunwaldê

Şerê Grunwaldê ji aliyê Jan Matejko ve, 1878
Dîrok 15'ê tîrmehê, 1410
Herêm Di navbera gundên Grunwald û Stębarkê de
Koordînat 53°29′10″Bk 20°07′29″Rh / 53.48611°Bk 20.12472°Rh / 53.48611; 20.12472
Encam Serkevtina polon û lîtvanan
Aliyên şer
Keyaniya Polonyayê
Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê
Şovalyeyên Tîtanî
Xaçperestên mêvan
Fermandar
Jogaila
Vytautas
Ulrich von Jungingen
Hêz
16.000-39.000 şervan 11.000-27.000 şervan
Windayî
4.000-5.000 mirî
8.000 brîndar
200-400 şovalyeyên mirî
8.000 mirî
14.000 bende

Şerê Grunwaldê (bi lîtvanî: Şerê Zalgirîsê, almanî: Şerê Stembarkê ) di 15'ê tîrmeha 1410'an de bi yekîtiya Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya û Keyaniya Polonyayê li hemberî Şovalyeyên Tîtonî (îng:teutonic knights) li gundê Grunwaldê qewimî. Bi zewaca mîrê Lîtvanya Jogaila û keybanûya Polonyayê Jadwiga yekîtiyek bihêz di navbera Lîtvanya û Polonya de çê bûbû. Şerê Grunwaldê; şerek ji şerên herî mezine ku di çaxa navîn de li Ewropa qewimîye. Fermandarê Şovalyeyên Tîtonî Ulrich von Jungingen bû û serwerê hêzên polonî Jogaila û yê lîtvanî Vytautas (an jî Wîtold) bû. Van her du serweran hêzên xwe di 2'yê tîrmeha 1410'an de li hev civand û êrîş birin ser Keleha Marienburg (Malbork)'ê. Hejmara şervanên her du aliyan jî bigumanin lê bi gelemperî tê zanîn ku nêzîkî 16.000 siwarî û 9.000 piyadeyên Tîtoniyan û 18.000 siwariyên Polonî û 8.000 siwariyên sivik ên Lîtvanyayê hebûn. Di dawiya şer de hêzên Polonî-Lîtvanî bi ser ketin.

Li gorî hin dîroknasan serjimêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroknas Polonya Lîtvanya Yên din Şovalyeyên Tîtoniyan
Lubeck 1 700 000 2 700 000 1 500 000
Enguerrand de Monstrelet 600 000 300 000
Andrew ê Regensburg 1 200 000
Ludwik Kolankowski 18 000 Siwariyên Giran 8 000 Siwariyên Sivik 15 000 Siwariyên Giran
Jerzy Dąbrowski 18 000 11 000 16 000 + 3 000 Beşdarên Derveyî
Henryk Łowmiański 12 000 Siwariyên Giran 7 200 Siwariyên Sivik 11 000 Siwariyên Giran
Andrzej Nadolski 20 000 10 000 1000 15 000

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]