Şerîf Omerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerîf Omerî
Sherif Omeri
Jidayikbûn1987 (36–37 salî)
Qamişlo, Kurdistan
Netewe Sûrî
 Almanya
Cureyê muzîkêReggîton, Hip hop, Disco, Rap, Metalica, Pop
PîşeRapvan, hunermend, helbestvan
AmûrDeng
Salên çalak2004- heta niha
Etîketa qeydêVîn Production
Çalakiyên têkildarRênas Mîran, Hesen Şerîf, Azado Xelila, Şiyar Agirî, Koma Qamişlo, Dezz Denîz
biguhêreBelge

Şerîf Omerî an jî Sherif Omeri hunermendekî bi nav û deng e û xwedî bi cureyên stranên Reggîton, Hip hop, Pop, Dance û Metalica ye. Ew di 1987an de li Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê, hate dinyayê.

Şerîf Omerî weke yekemîn rapvanê Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin û stranên xwe bi zaravayê kurmancî distre. Ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên Rojavayê Kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa Sûriyê. Omerî yekem konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. Meriv kare bibêje ku Omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê Kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên otantîk bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerîf Omerî di kampa Domîzê de

Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987'an de li bajarê Qamişlo hatiye dinê û xwendina xwe li Zanîngeha Helebê di beşa civaknasiyê dewam kir.

Di sala 2004an de li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka muzîkê ya li Efrînê SuperStar bû û cihê yekê girt.

Tevahiya stranên wî bi şêweya rojhilatî ne. Di sala 2006'an de berhema xweyî pêshîn a bi navê Bavê Gemar derxist. Gotin û muzîka vê albûmê tev yên hunermend Şerîf Omerî ne û bi alîkariya hunermendê navdar Şiyar Agirî hatine amade kirin.

Di sala 2008'an de, Şerîf Omerî bû endamê Koma Qamişlo.

Stîla wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengê Şerîf Omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in.[çavkanî hewce ye] Ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne.

Hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin.

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2015 - Lêxin
  • 2014 - Hîphopa Kurdî

Stran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2019 - Ciao Ciao Pella
  • 2020 - Mi Amor
  • 2018 - Bajo Bajo
  • 2017 - Hola Hola - Hîphopa Kurdî
  • 2016 - Negrî Bajarê Min
  • 2015 - Bankin - Lêxin
  • 2015 - Lêxin - Lêxin
  • 2014 - Nezanî - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Mirna Hêdî - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - WaWa - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Rastî Taala - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - Gelî Milet - Hîphopa Kurdî
  • 2014 - DJ - Hîphopa Kurdî
  • 2013 - Keçka Nezan
  • 2013 - Şerê Mala Apê Fewzî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

[1] [2] [3]

  1. ^ Article in 'Ciyaye Kurmenc
  2. ^ About the Artist 'SHERIF OMERI[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Youtube 'SHERIF OMERI channel