Şerab

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şeraba Fransî navdar e

Şerab, şorav, xwînî, wîn (bi latînî: vinum) vexwarineke alkolîk e ku ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin û li Kurdistan û Anatolyayê ji demên gelek kevnare tê çêkirin[1][2][3][4][5][6].

Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.

Etîmilojiya şerabê[biguherîne]

Şerab ji latînî (vino, vinum) derbasî zimanên rojavayî bûye. Tê texmînkirin ku cara pêşîn di sefera Îskenderê Mezin a berî Hindistanê de Ewropayiyan şerab dîtine û birine wir. Vin (bilêvkirina kurdî: vîn), gorî hin zanyaran ji bêjeya gwini (wekî xwînê) ya gurcî derketiye.[çavkanî pêwîst e]

Bi hatina ereb û îslamê wekî huner, mûzîk, wênesaziyê alkol û şerab jî hatiye qedexekirin. Bi texmînî bêjeya şerab ji demê şûnde wekî macazî ketiye zimanê kurdî û zimanên din ên îraniyan (lewra ew jî pirranî ola îslamê dihewînin).[çavkanî pêwîst e]

Kurtedîroka şerabê[biguherîne]

Li gorî zaniyaran, bi taybetî li herêmên wekî Kurdistanê[7][8][9][10][11][12] û bi giştî li deverên Hîvika Derametbar di sedsala 6'em a beriya zayînê de hatiye çêkirin. Ji bo vê yekê texmîn dikin ku dibe ku destpêka çêkirina şeraban li vê herêmê be; wekî din, navê tiriyê di gelek zimanan de wekî bi zimanê kurdî ye. Ji ber ku şorîn e, di çanda devkî ya kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin[çavkanî pêwîst e]. Di zimanên îranî yên kevn de ab (av) e.

Dîsa di şarezayiya Egîptê (Misir, Qibtî) û ya Greka kevn de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola xristiyaniyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola zerdeştiyê, elewîtîyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.

Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê farsî Omer Xeyam jibîr neke.

Piştî belavbûna ola îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.

Welatên ku di rêza sereke de hilberînê dikin[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.thebacchus.org/2012/11/dna-sleuth-trace-wine-grape-origins-to-southeast-turkey/ (li gora "The bacchus", Sarab ji Kurdistan hatî)
  2. http://archeologie-vin.inrap.fr/Archeologie-du-vin/Histoire-du-vin/Neolithique/L-histoire/Sciences/p-13116-Identifier-la-presence-de-la-vigne-et-du-vin.htm ( li gora "Archéologie du Vin", Sarab , berî Zayîne -8500 û -6000, li girava çemên Firat û dîcle hate)
  3. http://www.wine-searcher.com/m/2012/11/wine-roots-anatolia-turkey-origins (li gora "Wine researcher", aslê Sarab ne Ermenî, ne gûrcî, ne Yewnanî ye, le aslê Sarabê ji rojhilata basûre anatolî ye, yanî Kurdistan bakûr)
  4. http://www.winespectator.com/webfeature/show/id/47773 (Li gora "Wine inspector")
  5. http://www.hurriyetdailynews.com/dna-sleuth-hunts-roots-of-wine-in-anatolian-region.aspx?pageID=238&nID=35571&NewsCatID=377 (Li gora rojnameya tirk bi zimanê îngilizî "Turkish daily news", aslê Sarabê ji basûrê rojhilata anatolî ye, li gora vê rojname, aslê Sarabê ne Gûrcî, ne Ermenî, ne Îranî ne)
  6. http://www.google.com/hostednews/afp/article/ALeqM5i2jSHyXhSNYj4ObhD-wETKLNronA?docId=CNG.9c3beb55489b1f7f5306e60414f0fb4f.4c1
  7. http://www.thebacchus.org/2012/11/dna-sleuth-trace-wine-grape-origins-to-southeast-turkey/ (li gora "The bacchus", Sarab ji Kurdistan hatî)
  8. http://archeologie-vin.inrap.fr/Archeologie-du-vin/Histoire-du-vin/Neolithique/L-histoire/Sciences/p-13116-Identifier-la-presence-de-la-vigne-et-du-vin.htm ( li gora "Archéologie du Vin", Sarab , berî Zayîne -8500 û -6000, li girava çemên Firat û dîcle hate)
  9. http://www.wine-searcher.com/m/2012/11/wine-roots-anatolia-turkey-origins (li gora "Wine researcher", aslê Sarab ne Ermenî, ne gûrcî, ne Yewnanî ye, le aslê Sarabê ji rojhilata basûre anatolî ye, yanî Kurdistan bakûr)
  10. http://www.winespectator.com/webfeature/show/id/47773 (Li gora "Wine inspector")
  11. http://www.hurriyetdailynews.com/dna-sleuth-hunts-roots-of-wine-in-anatolian-region.aspx?pageID=238&nID=35571&NewsCatID=377 (Li gora rojnameya tirk bi zimanê îngilizî "Turkish daily news", aslê Sarabê ji basûrê rojhilata anatolî ye, li gora vê rojname, aslê Sarabê ne Gûrcî, ne Ermenî, ne Îranî ne)
  12. http://www.google.com/hostednews/afp/article/ALeqM5i2jSHyXhSNYj4ObhD-wETKLNronA?docId=CNG.9c3beb55489b1f7f5306e60414f0fb4f.4c1