Şerafettin Elçi
Ji Wîkîpediya
Şerafettin Elçi (bilêvkirina bi kurdî: Şerafedîn Elçî, * 1938, li Cizîr) siyasetmedarekî Kurd e. Serokê partiya KADEP (Katılımcı Demokrasi Partisi - Partiya Demokrasiya Beşdar) e.
[biguherîne] Jînenîgarî
Dibistana seretayî û navendî li Cizîrê, ya amadeyî jî li Mêrdînê bidawî dike. Li Enqereyê (paytexta Tirkiyeyê) perwerdeya dadnasiyê dibîne. Li Amed, Cizîrê karê parêzeriyê dike. Di dema şagirtiya xwe de tevlî têkoşîna azadî û demokrasiya Kurdan dibe û tê girtin. Doza 49an de ew jî tê darizandin. Dîsa di cûntaya leşkerî ya 1971'î de tê girtin û bi qasî 8 aşmeyê (mang, meh) di girtîgehên leşkerî de dimîne.
Di hilbijartinên giştî yên 1977'î de wekî parlamenterê Mêrdînê dikeve parlamena Tirkan. Di hikûmeta Bülent Ecevit a 1978 - 1979'î de wekî wezîrê avadaniyê, kar dike.
Bi hatina cûntaya leşkerî ya 1980'î (12'ê kewçêrê) tê girtin. Di dadgehên Tirkan de bi tewanbariya ku gotiye "Li Tirkiyê Kurd hene, ez jî Kurd im" bi cezayê zîndanê bo 2 sal 3 mangê tê cezakirin. Dîsa bi tewanbariya ku di dema wezîrtiya xwe de Kurd kiriye xwedî kar û bo karê fermî hilgirtiye tê darizandin û bi cezayê zîndanê bo 2 sal, 4 mehê tê cezakirin. Herwiha 10 salan siyaset ji bo wî tê qedexekirin û karê parêzeriyê bi fermî jê tê stendin.
Elçî zewiciye û heft zarokên wî hene.
[biguherîne] Xebatên polîtîk
Di sala 1992'î de bi tevî 98 ronakbîrê Kurd, bingeha weqfa Maf û Serxwebûna Kurd davêjin. Ev nav ji aliyê dûgela Tirk ve nayê pejirandin. Bi têkoşîneke dûr û dirêj û zextên Ewropayê navê weqfê wekî weqfa kurd a çand û lêgerînê tê guhertin. Ev cara yekemîn bû ku di Komara Tirkiyê de navê bêjeya Kurd bi fermî dibû.
Sala 1994'î bi tevî hin hevalên xwe "Platforma Kurd a demokratîk" avadikin. Di 3'ê rêbendanê 1997'î de biryara damezrandina Demokratik Kitle Partisi (Partiya Girseyî ya Demokratîk) didin. Ev partî di 26'ê reşemiyê 1999'î de tê qedexekirin.
Di 19'ê berfanbarê 2006'î de Katılımcı Demokrasi Partisi tê damezirandin û Elçî jî dibe serokê vê partiyê.

