Şeva Qedrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şeva Qedrê an jî Leyletul Qedr (erebî: لیلة القدر, Laylat al-Qadr) li gor bawermendên misilman Qurana pîroz serê pêşî di vê şevê de hatiye şandin. Nazîlbûna Quranê bi vê şevê dest pê kiriye. Wezîfeya Pêxamberiyê di vê şevê de ji Muhemmed Pêxember re hatiye dayin. Ji ber wan sedemên mezin, navê vê şevê Şeva Qedrê ye.

Şeva Qedrê, li gorî mezhebê şafîiyan êvara 23yê meha remezanê ye. Li gor mezhebê hanefiyan jî, êvara 27ê meha remezanê ye. Quran bi wî awayî behsa vê şevê dike:

“Me ew (Qûran), Şeva Qedrê nazil kir. Gelo tu dizanî Şeva Qedrê çi ye. Şeva Qedrê ji hezar mehî bi xêrtir e. Wê şewê, bi îzna Rebê xwe, melaîket û Rih (Cebraîl), ji bo karî tên nazilkirin. Wê şevê xweşî û aramî heye. Heta derketina fecrê.” [1]

Muhemmed pêxember jî, li ser fezîleta vê şevê wiha dibêje:

“Kî ku bi fezîleta wê bawer bike û mukafata wê jî, ji Xwedê Teala bixwaze û bi vî terhî Şeva qedrê, bi nimêj û te’etan derbas bike, gunehên wan ên berê tên efûkirin.”[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.islamveihsan.com/kadir-gecesi-ile-ilgili-ayet-ve-hadisler.html
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 îlon 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)