Şirîta Xezeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şirîta Xazeyê

Şirîta Xezeyê (bi erebîقطاع غزّة, Îbranî:רצועת עזה) herêmeka li beravên rohelatê Deryaya Navîn nêvbera Deryaya Navîn, Îsraîl û Misirê de dime ye. Navenda wê herêmê bajarê Xaze ye.

Ewê bi Urduna Rojava ve bi Herêma Otonom a Filistînê ve girêda ye. Lê ew ji 2007'a virve ji hêla Hamas ve tê kontrol kirin. Der ve jî ji hêla Misir û Îsraîlê ve di bin ablûqayê de ye.

Erdnîgarî[biguherîne]

Herêma Şirîta Xazeyê bi piranî ji çol û beyaran pêk tê. Tenê ji % 14'ê herêmê bo çande tê bikaranîn. Dirêjiya herêmê nêzî 40 km, firehiya xwe jî nêvberê 6-14 km de diguhêre û pîvanê xwe jî dorê 360 km² ye. Dera xweya herî bilind 105 metre ji sewiyeyê deryayê bilindtir e. Li xazeyê bêhtir li herêmê bajarên Xan Yûnis, Deyr el-Beleh, Refeh, Beyt Lahiya û Cebaliya hene.

Dîrok[biguherîne]

Di sedsala 12'an b.z şunda Filistiyan Xaze ji Misirê standin û li bajêr bûne xwedan hikum. Di sedsala 8'an b.z şunda jî bajar dest gelek hikumdariyan de çû hat. Geh dewletên Misir geh jî ên Mezopotamya û Sûrî lê serwerî ajotin. Îskenderê Mezin pê rapêçaneke sê mehan re bajar dest xwe xist. Li Îskender şunda jî Selekudan li bajêr hikum ajot. Di sedsala 1'an b.z. de bajar hat hilweşandin û di sedsala 1'an de ji hêla Romayiyan şunda hat ava kirin. Bajarê Xezeyê ji Romayî û Bîzansiyan şunda, pê Cenga Yermûkê di sala 636'an re, ji hêla Ereban ve hat dest xwe xistin.

Di sedsala 11'an de ew kete destên xaçperêzên ji ewropayê de hatibûnî. Pê dorê 70'ê salî dest Xristiyanên ewropî de ma ve, ji hêla Selahedîn Eyûbî hat feh kirin. Ji Eyûbiyan şunda Memlûkan û Osmaniyan li hikum ajot û pê şerê cîhanî yê yekemîn re bi dest Împaratoriya Brîtanyayê ket. Ji Împaratoriya Brîtanyayê şunda, pê dazanîna serxwebûna Îsraîlê di sala 1948'an de heta sala 1967'an, şerê şeş rojan Şirîta Xazeyê ji hêla Misirê ve hat karger kirin. Di wê navberê de, di sala 1956'an di krîza Suweyşê de ew demeke kete dest Îsraîlê. Ji salal 1994'an virve Misirê û Îsraîlê jê vekişiyane û ji Herêma Otonom a Filistînê re berdane. Di sala 2005'an de jî Îsraîl bi temamî ji Xazeyê vekişiya. Lê ji pê re Hamas û El-Fetîh boyî otorîteyê xwe bi hev qebûl kirin bidin bi hev ketin. Ji pê cengên nêvxweyên bixwûnî re, di pûşbera sala 2007'an de Hamasê kontrola bajêr û herêmê helgirt. Di wan deman de Hamasê dazanîna Mehmûd Ebbasê hikûmeta nû nas nekir û ji wê virve di bin kargeriya Hamasê de ye.

Ji dawiyê sala 2007'an de êrîşên nêvbera Hamas û Îsraîlê her ku çû girantir bûn û Xaze him ji hêla Misir him jî ji hêla Îsraîlê têye dewisandin. Him Îsraîl him jî Misirê nêvbera Şirîta Xezê û sînorên xwe de dîwaran bilind dikeye. Di 27'ê berfenbarê 2008'an de bajarê Xazeyê ji hêla balafirên F-16 hatin bombebaran kirin û ser 300 kesî re hatin kuştin.