Şivanxapînok
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
| Şivanxapînok, şivanşitexelîn, çûka şivanan, xapxapok | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Caprimulgus europaeus Linnaeus, 1758 |
||||||||||||||
Portûqalî: Li havînan di van deran de dizîn
Hêşîn: Li zivistanan li van deran dimînin Stêrkên hêşîn: Li zivistanan dibe ku li van deran jî bimînin |
Şivanxapînok an şevangîrok an şevanlêvînk an mitik an jî xapxapok (Caprimulgus europaeus) balindeyeke şevger e. 25-27 cm dirêj e. Serê wî pan û tepşî ye û çav mezin in, nikulê wî kurt e bin pan. Devê wî mezin e, li xavokên wî hindek dav simbêlên zivir ên dirêj pê ve ne. Rengê wî qehwayiyekî pêtî ye. Pinî û gîx û ravên qehwayî yên tarî û gewr û reş lê ne. Rengê axê didinê. Çengan û kuriyê tîvarêzikên aşkera lê ne û hindek piniyên spî li perên şaperveşêr hene.