Şoreşa Îslamî ya Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şoreşa Îslamî ya Îranê (bi farsîانقلاب اسلامی Enqlabî Îslamî), şoreşa îslamiya ko di sala 1979an de li îranê hatiye holê. Ew bi gelemperî bi tenê wek Şoreşa Îslamî jî tê nav kirin. Li hin welatên din jî, wek li Efxanistanê di 1995an bi şêra, wek li Cezayêrê bi şêra hundur,ji bo sîstemê kargeriyê çerxa şiklê Îslamî bikin, ew dewrîma Îranê wek nimûne hat girtin jî li derve Îranê tu derên din van ceribandinan nola Îranê serkeftî nebûn.

Dîrok[biguherîne]

Şah Mihemed Riza Pehlewî di 1941an de dema êrîşa dewletên Brîtanya û YKSS de bavê xwe Riza Şah ji textê danî û derbaza texta Îranê bû. Ew heta şoreşê di 1979an de jî wek Şah]]ê Îranê ma.

Ji salên pê Şerê cîhanî yê duyemîn re di 1951an de Mihemed Museddaq hate erka serokwezîriya Îranê. Ew hate serokwezîrê şunda dest bi netewî kirina çavkaniyên Petrolê kir. Çavkaniyên petrolê wê demê di bin kontrola Anglo Iranian Oil Company(AIOC), ya ko îro wek BP(British Petrolium), de bû. Pê van xebatên Muhamed Musaddiq re Brîtanya û Emerîka(DYA) bi saziyên xweyên sîxurî CIA û MI6 ceribandin ko wî û qebîneyî wî ji serokweziriyê dûr xin. Ew xebatên sixûriyên ko bi bertîl dom kirinî di 1953an de, ya ko wek Operasyona Ajax tê zanîn, hat ceribandin. Lê ew bêserkeftî bû û Şah Riza Pehlewî di 15'ê gelawêjê de reviya Bexda û paşê jî Romê. Lê CIA û MI6 dewama xebatên xweyên sixurî dikir û di 19'ê gelawêjê de Fazlûllah Zahedî ceribandinekê derbeka(coup d'état) din kir vê carê serkeftî bû û Muhamed Musadiq ji serokkomarî hat daxistin di 22'ê gelwêjê Şah Mihemed ji sirgûnê vegeriya Îranê û pê re Mihemad Musadiq hat îdam kirin. Anglo Iranian Oil Company di 1954an de bû BP û heta şoreşa îslamî li Îranê dewama feeliyatên xwe kir.

Salên pê re Şah Riza li Îranê bi zordestî û bi feeliyetên saziya sixûriyê SAVAKê serwerî ajot.

Partiyên Komunîstên wek Partiya Tudeh li hembera Şah Pehlewî feeliyetên xwe dewam dikirin. Lê partiyên wek Mûcehîdînî Xelk cenga gerîlla dikir. Herdu feeliyatan jî ji aliya organên Şah Riza bertekên sert dîtin. Hin freqsiyonên dinên, wek ya ji Mihemed Misedeq de mayî, jî xebatên xwe li hembera Şah Riza didomandin.

Lê di nav wan de ya herî bihêz û ya Şorêşa Îslamî pêk anîbû tevgera Mileyan bi pêşengiya Ayetûllah Xomênî bû. Wan demeka dirêj ji ber Şoreşê de feeliyetên bo ko dewletekê Şî Îslamî pêk bînên dewam dikirin. Xomênî dema ko di 1963an de hatibû derdest kirin xwe wek hembera Şah wek şorêşvan dabûzanîn. Wexta ko ew hat derdest kirin û heps kirin, li hember gelek raperîn der ketin û di wan serihildanan de gelek kes hatin kuştin(Şah Riza hejmerîn mirinî wek 86 kes dabûzanîn jî, Xomênî qala 15.000 kes dikir). Xomênî dewama raveyên hembera Şah kir û ew wek kargerekî bêol dazanîn. Ji bo van çalakiyan ew di 1964 hat şandine Tirkiye sirgûnê. Li wir ew derbaza bajarê Şiyanî pîroz, Necefê Iraqê. Li wir jî bi emrê Sedam re çû Parisê

Wî li sirgûniyê dewama çalakiyên xwe kir. Li wir wî pirtûka xweya bi navê welayatî feqîh di 1970an de li Parîsê weşand.

Di salên 70ên de li Îranê, bêxoşnidiyê, bo çalakiyên saziya sixuriyê SAVAK û bo nerindî di mercên jiyanê de, bi Şah Riza re zêde bû. Di wê demê de Şah Riza di salnameya Îranî de şuna hîcretê, taç girtina Kûrûşê duyem girt. Ji berê Şah Riza ji hêlê ol de ji aliya oldarên Şî de pir nedihat hez kirin jî, pê çalakiyan wiah re va bêxoşnidiya mezin bû. Dema ko niviskarê Elî Şerîatî di 1977an de ji aliya SAVAK re hat kuştin re, protestoyên hembera Şah zêde bûn.

Şoreş[biguherîne]

Ji pê xeberên di çapemeniya Îslamî de derketinî re raprînên riya Şoreşê vekirinî dest pêkirin. Di rêbendanê 1978an de li bajarê Qûmê raperînekê ji aliya telebeyan hembera Şah der ket. Rawestina artêşêyê di wê raperînê de du talebe (gorîraperînan 70 telebe) hatin kuştin. Gorî edetên Şiyan li Îranê gîşkê bo wan telebeyan 40 ro şîn hat girtin. Di 18'ê şibata 1978an de vê carê li Îranê bo bîranîna wan telebeyan bitunî raperîn der ketin. Lê dîsa, vê carê jî Tebrîzê raperîn bi zordariyê hat rawestandin û dorî 100 kesî hat kuştin. Dîsa ji bo wanên hat kuştinî 40 ro şunda şîn hat girtin. Dîsa 40 ro pê re di 29'ê adarê de li bitunî Îranê raperîn der ketin. Bi vî halî raperîn bi maynên 40 royan re tim mezin bûn.

Di havîna 1978an de Şah Riza çû DYA û jê arîkarî xwest. Di rezbera 1978an de êdî raperîn ji rêzê de bû. Şah Riza ji bo van raperînan Rewşa Awarte xwest. Di 8'ê rezberê de li Tehranê raperînekê de der ket û 88 mirov hat kuştin. Ew roja wek Îniya Reş derbaza tarîxa Îranê bûbû.

Wextê mehayê girînga bo Şiyan, Mûharremê di 2 berfenabara 1978an de hejmarê raperiyan li Tehranê gêhişte 2 mîlonan û wan daxwaza vegerîna Xomênî dazanin.

Saziya Dewleta Îslamî[biguherîne]

Di destpêka 1979an de raperînan dom kir. Di 16'ê rebêdanê 1979an de bi daxwaza Şapûr Bextiyar Şah Îran terk kir. SAVAK hat fesh kirin û girtiyên hepsan hatin serbest kirin û sembolên xanêdanê Pehlawî hat xirab kirin.

Di 1'ê Şibata 1979an de Xomênî bi balafirekê dakete Tehranê û bi mîlonan kes ew perginî kirin. Wî saz kirina dewleteka Îslamî wek armanca xwe dazanîn. Gorî hin çavkaniyan di dema şoreşê de nêzî 20.000 kes miribû.

Saz kirina dewleta Îslamî û anîna Xomêniya meqama serî dewletê di 31'ê adarê 1979an de bi referandûmê hat qebûl kirin.

Girêdanên Derve[biguherîne]