Şoreşa Şibatê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şoreşa Şibatê(Rûsî:Февральская революция;Fewralskaya rewolyuziya ) di sala 1917an de li Çariya Rûsyayê hatiû holê bû. Bi encamê vê şoreşê re Çar Nicholas II ji texta xwe bû û şoreşê dawiya Çariya Rûsyayê anî. Li şûna çariyê jî Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hat pêkanîn û prens Georgy Lvov hate serê wê hikmetê. Çend mehan pê re wexta raperînên di mehayê pûşperê, de yên ko wek Rojên Pûşperê dihatin nav kirin de, ew ji wê erkê bû Û Alexander Kerensky derbaza şûna wî bû. Ew Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hikumeteka bi li hev hatina lîberal û Sosyalîstan re hatibû pêkanîn bÛ û armanca wanê bingeh reformên polîtîk û saz kirina Rûsyayê ko ji hêla meclîseka federatîf dihat karger kirinbû.

Şoreşa Şibatê gorî salnameya Gregorian di adarê 1917an de hatibû holê, lê bo ko di wê demê de Rûsyayê salnameya Julian bikar dianî, gorî wê texwîmê di Şibatê de hatibû holê.

Ew şoreşa bêplan û bêpêşengekî diyar kirî, di pêvajoyekê xweristî de hate holê. Bi taybetî li bajarê rojavayên wek Petrograd (Navê Saint Petersburgê wê çaxê) tovên şoreşê hatin avitin.

Ji pê Şoreşa Şibatê re dîsa gorî texwîma Rûsyayê wê çaxê de, di meha kewçêrê de Şoreşa Kewçêrê da dû wê. Bolşewîkên ko pê Şoreşa Şibatê de kargerî bi hevpariya lÎberalan ve bi qismî dest xwe xistinî, ji pê Şoreşa Kewçêrê re kargerî bi tunî dest xwe xistin û pêk ananîna otorîteyê paş Şerê Hindirê Rûsyayê re Yekitiya KomarênSovyet ên Sosyalîst dane zanîn.

Şerê cîhanî yê yekemîn[biguherîne]

Çariya Rûsyayê, ji xeynî Partiya Sosyal Demokrata Karkarên Rûsyayê, di desteka hemû partiyên welat de di gelawêjê 1914an de kete Şerê cîhanî yê yekemîn. Rûsya di hevalbendiyê Împaratoriya Brîtanyayê û Fransayê de ketibû şerê. Ji pê çend serfiraziyan re ordiya Çar, li hin cepheyên wek Prûsyaya rojhelat binketiyên giran dîtin. Di wê şerê de Rûsyayê nêzî 1,700,000 eskerên xwe qeyb kirin û nêzî 5,900,000 eskerên xwe jî bibirin bûn.

Pê van binketin û xerc kirinên giran re Rûsya kete bin krîzeka ekonomÎka giran. Bo va krîzê mezin meclîsa Rûsyayê Duma Çar bo encamên vê krîzê ew hişyar kirin, û bo damezrendina meclîseka nû li wî şîret kirin. Lê Çar guh neda ser Duma û şÎretên wan vegerandin.

Raperîna Petrograd[biguherîne]

Di şibatê 1917an de, di sermê zivistanê de, encamên wê krîzê ekonomîk der ketine meydanê. Li hemû Rûsyayê kêmaviyê nên û xwarinan hebû û xelkê di birçîbûnê de zikê xwe mist dida. Şoreşê di dest pêka Şibatê de bi raperîn û karberdanên karkerên Petrogradê dest pê kir. Ew raperînên der bi der der diketinî bi rojên pê re li gîşk derên Petrogradê belav bûn. Di 23'ê şibatê de (8'ê adarê gorî texwîma gregorian), yê ko Roja Jinên Cîhanê bû de, ew raperînan hîn bişidet bûn û pêşandaran bo xelas kirina Şerê slogan avitin.

Di 25'ê şibatê de dema ko raperîn roj bi roj hîn bi şidet bûn Çar bo rawestînî wan pêşaniyan esker şandine Petrogradê. Eskeran siftê ceribîn ko xwepêşandine bisekinîn û bo wê hin kes kuştin jî bi şevê re ewna jî teva pêşaniyê bûn.

Wexta ko Çar dibihîze ko lawkê xwe bi sorkê ketiye, di 1'ê adarêyî gorî salnameya Rûsyayê wê çaxê, nêt dike ko bi trênê here paytexta Rûsyayê Petrogradê. Lê wextê ko Çar digêhê bajêr, fermanderî artêşê bo li vaz hatinê textê, li Çar şîreta dike. Çar jî di bêçareyiyê de wê şîretê guh xwe re dike û di 2'ê adarê de kargeriyê vedikişe. Çar çiqas birayî xwe bo derbaza texta xwe be dimîne jî, birayî xwe jî nemimkîniya wê dibîne û vê telîfê qebûl nake.

Hikumeta Bihorbara Rûsyayê tê pêkanîn û sosyalîst jî Petrograda Sovyet saz dikin.

Vladimir Leninê ko li Swîsrê li sirgûnê bû di 3'ê avrêlê de tê Petrogradê û demeka kurtê pê re jî deraza pêşengiyê Bolşewîkan dibe. Ew bo dawî dana Şerê li hembera Hikumeta Bihorbara Rûsyayê dest bi felîyatan dike. Wextê ko artêş bo dawî danê şerê hember Almanyayê pêşaniya dikin, Lenin wê wek fersendeka bo derbe kirinê dibîne. Lê ew ceribandina ji hêla Kerensky tê boşê xistin û Lenin carekî din tê sirgûn kirin û ew direve Fînlandiyayê. Pê LenÎn re hin ceribandinê bo pêkanîna kargeriyekê cûnta dibin jî ewna bêserfirazî dimên. Ew gelemşe û nerehetiyên di welat de wek encam Şoreşa Kewçêrê didin û Bolşewîk kargeriyê dest xwe dixin..

bibîne[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]