- 1590 - Li Stenbolê di navbêra Sefewî ê Osmaniyan de peymanek hate mohirkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan de.
- 1938 - 21 Adar 1937/16 Îlon) de destpêkirina serhildan û jenosîda Dêrslimê.
- 1946 - Kovara Kurdî ya Ciwanên Kurd li bajarê Başûrê Kurdistan Bûkan ya bi navê «Hellale« yekemîn hejmara xwe weşand. Kovarê tenê 3 hejmar belavkir.
- 1979 - Rêxistina bi navê Bizotnewey Sosyalîstî Kurdistan ji Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK cîhê bû.
- 1982 - Ji kadroyên sereke yê PKKê û di heman demê de Endamê Komîta navendî ya PKKê Mazlum Dogan di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên cixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
- 1983 - Kovara „Stêr" li Suriyê dest bi weşanê kir.
- 1985 - Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ERNK hate damezirandin.
- 1986 - Dewleta Suriye êrîş kir ser xwepêşandanên Newrozê yên li Şam û Qamişloyê.
- 1991 - Serhildana ku roja 19 adara sala 1991ê de destpêkiribû roja Newrozê ji aliyê gel ve hate azadkirin.
- 1992 - Rehşan Demîrel bi navê xwe yê kod Sosin li Qedîfeqeleya Îzmîrê xwe di roja Newrozê de şewitandin.
- 1992 - Di serhildanên Nisêbîn û Cizîrê de 93 kes şehîd ketin.
- 1994 - 6 Mebûsên DEP hatin girtin
- 1995 - Rêxistina Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan YNDK hate damezirandin ku Doktor Sîrwan sekreterê rêxistinê bû. Her wiha ev rêxistin ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava kir û piştî 3 salan bi dawî bû. Di dirêjahiya xebatên xwe de, ev rêxistin gelek caran bû hedefa êrîşên tarî û xêrnexwaz.
- 1995 - Dewleta Tirkiye, ku heta wê rojê cejina Newrozê qedexe dikir û kesên rengê kesk û sor û zer hildigirtin êrîşî wan dikir, îlan kir ku cejina Newrozê ya Tirkiya û ev deh salane tê pîrozkirin.
- 2001 - Cejna Newrozê di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi beşdariya zêdetirî 500 hezaran kesî hate pîrozkirin.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- Cejna netewî yê Kurdan û destpêbûna Biharê Newrozê
- Roja Dayikên Cîhanê
- Roja Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê
Ya navnetewî
- 21-28 Adar Hefteya Qehremantiyê