Aşkalî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Aşkalî navê gelekê li Balkan e.

Pirranî bi zimanê Albanî diaxivin û ji aliyê olî ve misilman in. Di dema Osmaniyan de hatine li Balkan bicihbûne. Tê payîn ku bingeha wan ji Misir, Tirkiyê û Çîganan tê. Pirranî wekî Çîganan tên hesibandin.

Hin berên Aşkaliyan wekî zimanê zikmakî bi Tirkî diaxivin û dibêjin em Tirk in. Piştî belavbûna Yûgoslavya berê, dewleta Tirk jî xwe di nava kom û berên Balkan de bicihkir. Herwekî di nava Aşkaliyan de jî.

Ji wan gelek anîne li Tirkiyê bicihkirine yan hatine bicihbûne. Gelê Aşkalî di bin xetereya jiyanê de ye. Rastî nîjadperestiya gelên serdest tên. Hinek ronakbîrên Tirk dibêjin Mustafa Kemal Atatürk ne Alban lê ji gelê Aşkalî ye. Dîsa serokwezîra berê Tansu Çiller jî bi eslê xwe Aşkalî ye. Hin ronakbîrên Tirk Aşkaliyan wekî berekî Tirk destnîşandikin. Lê ji aliyê fîzîkî ve naşibin Tirkan. Porzer û çavşîn in.