Abdülkadir Aksu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Abdülkadir Aksu, siyasetmedarekî navdar ê romî (tirk) ye ku di 12'ê kewçêra 1944'an de li Amedê hatiye dinê. Serokatiya meclîsa tirkan û gelek caran jî di hikûmetên cuda de wezîrtî kiriye. Bi eslê xwe alban e. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê, dewletê ji balkan û qefqazê gelek koçberên misilman anîbû li Kurdistanê bicih kiribû, malbata wî jî yek ji wan malbatan e.

Di tevahiya jiyana xwe ya siyasetê te bi tundî li dijî daxwaz û mafên kurdan derketiye. Di medya û çapemeniyê de gelek caran nûçeyên behsa têkiliyên wî bi hêzên veşarî, nîjadperest û krîmînal re hatiye kirin. Navê wî herwiha di dosyayên kujeriyên kujernediyar ên kurdan de jî derbas dibe. Yek ji damezîrênerên AKPê ye. Di hikûmetên Turgut Özal de, wezîrtî, burokratî kiriye, gelek caran bûye parlamenter. Du caran di hikûmetên AKPê de bûye wezîrê karê hundirîn.

Wikileaks: Heroînfiroş, mafya, xurifiyê keçzarokan e[biguherîne]

Di 29'ê sermawezê 2010'ê de WikiLeaksê bi sernivîsa "05ANKARA3199", behsa dokûmenta fermî ya amerîkayiyan a 6'ê gelawêjê 2005'ê de hatiye îmzekirin de, bo Aksu wiha agahî dide: "Heroînfiro e, li pey keçikên temenciwan digere. Lawê wî serokekî mafyayê ye". Tê zanîn ku rastiya van tomarkirinên WikiLeaksê, ji aliyê dewleta DYAyê ve bi fermî hatine pejirandin.

Aksu marî bûye (zewiciye) û du zarokên wî hene.