Abdi İpekçi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Peykerê bîranîna Abdi İpekçi li Stenbolê

Abdi İpekçi (*9'ê gelawêjê 1929, Stenbol – †1'ê reşemiyê 1979, Stenbol) rojnamevanê tirk, berpirsiyarê karê nivîsaran ê giştî yê berê yê Milliyetê ye. Ew di sûîkastekê de jiyana xwe jidestdide.

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Galatasarayê, di zanîngeha Stenbolê de çendekê perwerdeya dadnasiyê dibîne. Di sala 1943'ê de bi amatorî dest bi rojnamevaniyê dike. Di sala 1954'î de dikeve rojnameya Milliyetê û di sala 1959'î de dibe redaktorê giştî.

Ew xwedî gelek xelatên çapemeniyê yên navxweyî bû. Di saziya radyo-TV ya dewleta Tirk TRTê de di nava salên 1961 - 1970'ê de bername çêdikir. Di sendîkayên çapemeniyê de cihdigirt û lêdigeriya ku di standardên navneteweyî de karê çapemeniyê were kirin.

Ew ji aliyê Mehmet Ali Ağca ve hat kuştin.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Afrika - Efrîqa (1955)
  • İnönü Atatürk'ü Anlatıyor - İnönü ji Atatürk diaxive (1968)