Abdullah Varlı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Abdullah M. Varlı hat beralîkirin)
Abdullah M. Varlı
Jidayikbûn1ê nîsanê 1939
Patnos, Agirî
Mirin2ê sibatê 2012 (73 Salî)
Enqere / Tirkiye
Pîşenivîskar, alim û lêkolîner
Zimanê nivîsinêKurdî û Tirkî
Tevgera wejêyî Îslamî, Wêjeya Kurdî, Dîrok
Berhemên navdar
  • Qur'ana pîroz û Arşa wî ya bilind, Sipan Yayınları, 1997 (werger)
  • Dîwan û gobîdeye Ehmedê Xanî yed mayîn, Sipan Yayınları
  • Dîwan û jînevarîya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
  • Dîroka Dugelên Kurdan (Cîlt-1), Sipan Yayınları, Stenbol, 1997
  • Kürt-Ermeni ilişkileri, Sipan Yayınları, V. T. Mayevsrıy, Stenbol, 1997 (werger)
biguhêreBelge

Abdullah Varlı, ango Mele Ebdullah Varlî (1ê nîsanê 1939 li Patnosê2ê sibatê 2012 li Enqereyê), nivîskar, alim û lêkolînerekî kurd bû.[1]

Nivîskar di 1ê nîsana 1939 an de, di gundekî navçeya Patnosê yê bi navê Hesar de ji dayik xwe bûye. Di sala 1946 an de li gundekî wê navçeyê; Nenecanî de wekî hemû zarêd Kurdistanî[çavkanî hewce ye], cara yekemîn li bal bavê xwe Muhammed (Hoko) xwendiye. Paşê çûye di pir medreseyên welêt de xwendiye. Di meha îlona sala 1957 an de, di Emîniye ya Şam de xwendina xwe qedandiye. Di di navbera 12ê tîrmehê 1964 - 1976 an de, di saziya Diyanetê de, di karên cur bi cur de li navçeya Erdişê xebitiye.

Di sala 1976an de ji aliyê wê saziyê ve ji welatê xwe hatiye dûrxistin. Ewê saziyê debirvan şandîne herêma Trabzonê ku heta pênc salan nezîviriye welatê xwe. Di sala 1977an de, li ser xwestina xwe ji wê saziyê raqetyaye û derbasî saziya Vakıflar Genel Müdürlüğü, bûye. Debîrvan di arşîva wê saziyê de karmendiya wergerandinê kiriye. Di sala 1978an de, ji aliyê wê saziyê ve ji herêma Enqereyê hatiye dûrxistin û şandine herêma Edirneyê. Debîrvan di heman salê da li ser xwestina xwe ji wê saziyê raqetyaye, derbasî şalyariya çandê (Kültür bakanlığı) bûye.

Ewê şalyariyê debirvan di kevinxaneya (muzexane) Etnoğrafyayê de, bi karmendî xistiye berpirsiyarê Şerî' sicîleri û nivîsarên kevin û pirtûkxaneya wê saziyê. Di sala 1984an de, di heman şalyariyê de, ji wê saziyê hatiye dûrxistin û derbasî pirtûkxaneya Êlxelq Kutûpxanesî? bûye.

Di wê pirtûkxaneyê de bûye karmend û berpirsiyarê beşa nivîsarên kevin. Di sala 1990an de, di heman şalyariyê de bûye endamê saziya bi nav A.P.K (Pisporî lêkolîn neqişkirin pêşva anîn)? Di sala 1993an de, di heman Şalyariyê de, di saziya bi navê Halk Kültürü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü de, bûye serokê beşa fêrihtekirin û rêberkirinê. Di heman salê dê, ji ber hinek sedeman, di dîroka 18ê nîsana 1993an de bi keddarî ji karmendiyê raqetiyaye. Çapkirî ne çapkirî bi giştewarî: 32 berhemên wî hene.[çavkanî hewce ye]

Ebdullah M. Varli di 2ê sibata 2012an de li Enqereyê, li nexweşxaneya İbn-i Sînayê çû rehma Xwedê.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qur'ana pîroz û Arşa wî ya bilind, Sipan Yayınları, 1997 (werger)
  • Dîwan û gobîdeye Ehmedê Xanî yed mayîn, Sipan Yayınları
  • Dîwan û jînevarîya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
  • Dîroka Dugelên Kurdan (Cîlt-1), Sipan Yayınları, Stenbol, 1997
  • Kürt-Ermeni ilişkileri, Sipan Yayınları, V. T. Mayevsrıy, Stenbol, 1997 (werger)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]