Aczmendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Aczmendî (nivîsandina romî (tirkî): Aczmendi) ji holdariya (terîqeta) ji Mezrayê belav bûye û serokatiya wê Müslüm Gündüz dike ye. Navê vê komê cara pêşîn di pêvajoya 28ê sibatê ya artêşa tirk dixwast dest bide ser desthilatdariyê û bo wê provokasyon lidardixist de, hat bihîstin.

Cil û bergên Aczmendiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kom bi cil û bergên xwe yên taybet tê naskirin ku dibêjin ji kevneşopiya sineta îslamê ye. Porên xwe dirêj dikin, herwiha dirêsin jî. Di salên 1990î de tê damezirandin. Propagandaya olî dikin, modela kemalîstan rexne dikin ku şerîet rakiriye. Lê ti carî rasterast Mustafa Kemal Atatürk û kemalîzm rexne nekirine.

Ji bo provokasyonê bûn?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hat îdiakirin ku ev kom jî tevlî xebatên anîna cûntayeke nû bûye. Ango hêzên cûntaxwaz ev kom jî bikaranîne. Müslüm Gündüz, 12ê hezîranê 1996ê de di kanala televîzyonê HBBê de wiha diaxive: "Kemalîzm olek e. Xwedayê wê Mustafa Kemal, pêxemberê wê İnönü ye. Demokrasî bêolî (bêdînî) ye. Laîktî jî wisa ye. Em ê werin Tirkiyeyê bidestxin. Qet mereq nekin".

Dema mercên cûntayê bicih tên û riya daxistina hikûmeta Necmettin Erbakan vedibe, hêzên dewletê Gündüz bi Fadime Şahinê ve di rewşeke malî, nîvtazî de tê qefilandin û reşkirin.

Gündüz gelek caran girtina xwe şermezar kiriye, gotiye "mara me hebû, mafê her kesê heye bi mariya xwe re bijî, razê". Hin ji ronakbîrên tirkan jî di wê baweriyê de ne ku li Gündüz neheqî hatiye kirin, Ergenekoniyan ew ji bo berjewendiyên xwe bikaranîne, rê ji wî re vekirine û dema pêwîstî nemaye jî deşîfre kirine.