Adem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adem û Hewa, li gorî mînyatûra ji berhema bi navê Menafî el-Heywan (1294-1299) a Ebdilla bin Cebraîl Ebûseîd Bextîşû. Roja îro li pirtûkxaneya Pierpont Morgan a New Yorkê (DYA) tê dîtin.

Adem (îbranî: אָדָם‎, erebî: آدم‎, suryanî: ܐܵܕ݂ܵܡ), angorî çîroka çêkirina cîhanê ya dînên îbrahîmî, wekî di Tewrat û Quranê de, navê mirovê yekê yê cîhanê ye. Jina wî Hewa ye, Qabîl û Habîl zarokên wan ên pêşîn in.

Îslam Adem wekî pêxember dipejirîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]