Adil Zozanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adil Zozanî
Adil Zozanî (2016)
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1970an (54 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Adil Zozanî nivîskar û rojnamegerekî kurd e yê ku di sala 1970î de li Colemêrgê hatiye dinyayê.

Zozanî ji sala 1990î pêve dest bi karê nivîsandinê kiriye. Yekemîn berhema wî ya bi zimanê kurdî teksteke tiyatroyê ye. Ev tekst bi navê 'Van Gulan' di kovara Newrozê de wekî tefrîka hate weşandin. Ji bo demeke dirêj di kovara Newroz û piştre jî rojnameya Newrozê de nivîsên wî hatin weşandin.

Ji ber nivîsên wî yên di van weşanên navborî de hatine weşandin û berpirsiyariya wî ya karê nivîsan hate darizandin. Nêzî sal û nîvan di girtîgehê de ma. Ji sala 2000î pêve dest bi weşangeriya dîtbarî jî kir.

Di sala 2001'î de yekemîn romana wî ya bi navê "Kejê" hate weşandin. Romana Zozanî ya duyem "Mişextî" jî di adara 2009ê de hate weşandin. Zozanî ji sala 2004î û pêve li Amedê bi cih bûye û li wir dijî.

Adil Zozanî di 23ê adarê 2006î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekemîn car weşana bi zimanê kurdî pêk anî. Bernameya "Dergûşa Çandê" amade dike û pêşkêşvaniya wê dike.

Zozanî her wiha di nav koma xebatê ya yekemîn rojnameya rojane ya bi zimanê kurdî Azadiya Welat de cih girtiye. Zozanî di rojnameya Azadiya Welat de ligel qunciknûsiyê, di heman demê de edîtoriyê jî dike. Her wiha ligel karê rojnamegeriyê xebatên xwe yên wêjevaniyê jî didomine.

Zozanî zewiciye û du zarokên wî hene.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kejê (Roman), nîsan, 2001.
  • Mişextî (Roman), adar, 2009.