Agatha Christie
| Agatha Christie | |
|---|---|
![]() |
|
|
|
|
| Navê rastî | Agatha Mary Clarissa Miller |
| Bernavk | Mary Westmacott (navê nivîsê) |
| Roja jidayikbûnê | 15'ê rezberê 1890 Torquay, Devon, Îngilistan |
| Roja mirinê | 12'ê rêbendanê 1976 (li 85 salî) Wallingford, Oxfordshire, Îngilistan |
| Eslê xwe | îngilîz |
| Hevjîn | Archibald Christie (1914–1928) Max Mallowan (1930–1976) |
| Zarok | Rosalind Hicks (ji Archibald Christie) |
| Pîşe | nivîskar |
| Malper | http://www.agathachristie.com |
Agatha Christie (z. 15'ê rezberê 1890 - m. 12'ê rêbendanê 1976) nivîskara roman, çîrokên kurt û lîstikên sûcê ye. Herwiha bi navê Mary Westmacott romanên evîndariyê jî nivîsandine. Christie di sala 1890'î de li bajarokê Torquayê ji dayîk bûye. Ew xwediyê 66 romanên dedektîfiyê û 14 çîrokên kurt e.
Li gorî Rekorên Cîhanê yên Guinnessê ew romannivîsa pirtûkên wê herî zêde hatine firotin e û pirtûkên wê herî kêm wergerandine 103 zimanan.[1] Pirtûkên wê ji çar milyaran bêhtir hatine firotin. Tê gotin ku pirtûkên wê piştî încîl û William Shakespeare di rêza sêyem de ye ku herî zêde li cîhanê belav bûne.[2][3] Gelek berhemên wê bûne fîlm.
Christie di jiyana xwe de du caran di zewice û bi zilamê xwe re diderkeve gera cîhanê û li welatên Afrîkaya Başûr, Awistralya, Zêlanda Nû û Hawaiiyê digere.[4]
Christie di sala 1976'an de li Wallingfordê diçe ser dilovaniya xwe.
Hinek romanên wê [biguherîne]
| Sala çapkirinê | Navê berhemê | Dedektîf |
|---|---|---|
| 1920 | Mirin bê deng hat The Mysterious Affair at Styles |
Hercule Poirot Arthur Hastings Sermufetîş Japp |
| 1922 | Dijminê nepenî The Secret Adversary |
Tommy û Tuppence |
| 1923 | Murder on the Links an jî The Murder on the Links |
Hercule Poirot Arthur Hastings |
| 1924 | Zilamê cilqehweyî The Man in the Brown Suit |
Anne Beddingfeld Serheng Race |
| 1925 | Raza kulekan The Secret of Chimneys |
Serkomîser Battle |
| 1926 | Kuştina Roger Ackroyd The Murder of Roger Ackroyd |
Hercule Poirot |
| 1927 | Çarên Mezin The Big Four |
Hercule Poirot Arthur Hastings Başmüfettiş Japp |
| 1928 | Raza Trêna Şîn The Mystery of the Blue Train |
Hercule Poirot |
| 1929 | The Seven Dials Mystery | Bill Eversleigh Serkomîser Battle |
| 1930 | Kuştina li keşexaneyê The Murder at the Vicarage |
Miss Marple |
| 1931 | Raza Sittafordê The Sittaford Mystery an jî Murder at Hazelmoor |
Mufetîş Narracott |
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ [Guinness Book of World Records (Sterling Pub. Co., 1976), 210.]
- ↑ Agatha Christie gets a clue for filmmakers
- ↑ "TOP 50" Author
- ↑ Agatha Christie's surfing secret revealed ,London
