Agirgeh
Perestgeha agirî, agirgeh, ateş kade perestgeha ku lê rêza yek ji çar elementên pîroz, agirê, tê girtin e. Mabedeke Zerdeştîtîyê ye, di wateya „mala agirê“ de ye.
Ev mabed pirranî ji salonek û gelek odeyên biçûk pêk tên. Di Zerdeştiyê de agir, ax, av, hewa elementên pîroz in lewra bêî wan jiyan nabe. Li agirgehan rahîb wekî sîmbolekê, agir xwedî dikin, li wir stran û diayên olî bilêvdikin.
Agir hêza pakijker e. Agir sîmbola restegîniyê, realîteyê ye (Aşa: Rast(î), sazî). Agir ruhê ameşa spenta (amşaspend) Aşa Vahîşta ye. Pileyên wê hene: Agirdadgeh (agirê edaletê), agiradaran (agirê agiran), agirbehram (agirê Behram). Herwiha ji dêl agir ve ateş jî tê bikaranîn.
Bi hatina ola îslamê re perestgehên Zerdeştiya, pirtûkxane, mabedên wê tên rûxandin, xirabkirin.
Siehe auch [biguherîne]
- Surx Kotal, Surkh Kotal, mabed li bakurê Afxanistanê
- Ateşgeh, mabeda agirî li Bakû
Girêdan [biguherîne]
- The New Fire Temple of Kerman. A Zoroastrian Educational Institute
- Eintrag in Iranica (en)
- Fire Temples. History of Fire Temples in India. sympatico.ca