Ahûra Mazda
Ji Wîkîpediya
Wêne:AhuraMazda.JPG
Ahûra Mazda
Ahûra Mazda bi zimanê Avestayî, dihê manaya zana. Navekê wî yê din jî Hurmuz e. Ahûra Mazda kurê Zervan û birayê Ehrîman e. Xwedayê herî mezin yê dînê Zerdeşt e. Qiralê Parsî Darayê Yekê û yên di pey wî re hatine mezinahiya Ahûra Mazda qebûl kirine û ew hebandine.
Li gora baweriya Zerdeştî, Ahûra Mazda xaliqê hemû kaînatê ye û her du ruhên ku bi navê Ehrîman dihên navandin ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Spenta Maînyu ruhê rastiyê, ronahî û heyatê temsîl dike. Angra Maînyu jî derewan, tarîtiyê û mirinê temsîl dike. Li gora kitêba pîroz ya dînê zerdeşt, Avestayê, şerê di navbera van herdu ruhan de tarîxa dinyayê pêk diîne.

