Ahmet Aras

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ahmet Aras
Jidayikbûn1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ahmed Aras yek ji lêkolîner û nivîskarê kurd e.

Di sala 1944an li gundê Melle Osman ya Qereyazî yê ji dayik bû. Di sala 1970î de li Zanîngeha Erziromê Fakûlteya Îktîsadê beşa aborînasiyê qedand. Di salên 1965-66an de ji ber sedemên siyasî haten girtin. Di sala 1969´î de dest bi nivîskariya pisporî kir û di hin rojname û kovarên girîng yên wê demê de li ser kêşeya kurd nivîsaran nivîsand. Piştî damezrandina Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP), dest bi xebatên siyasî kir. Piştî 12ê adara 1970î da ji ber îdareya leşkerî çû derveyî welêt û li Swêd bi cîh bû. Heta sala 1978an li wê derê mamostetiyê kir. Di sala 1977´î de vegeriya welêt. Di sala 1979an mala xwe bir Îzmîrê.

Beriya sala 1980an demekê di DİSKê de (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger) xebitî. Piştî 1980î ji aliyê rejîma leşkerî ve carekê din hatiye girtin. Di sala 1963an de di rojnameya Dîcle-Firatê de nivîsên wî hatin weşandin. Di kovarên Ant (Sond), Emek (Ked), Yürüyüş (Meş), Azadî û Ronahî yê de nivîsên wî hatin weşandin. Ahmet Aras li ser berhevkirinên zargotina kurdî gelek xebatên bêhempa kirine.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]