Ajmanuk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ajmanuk an jî Acmanuk (bi tirkî: Güzeltepe), gundekî girêdayî bajarê Kurdistana bakur Mûşê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.

Ev gund sala 1993'a destê dewleta tirk hatîye şewitandin. Mal û avahîye wan hatîye talankirin . Kurdên ev gundê hinekî mala xwe bar kirine çûne rojhilatê turkiye hinek jî ji xwe re dîsa mal avakirine.

Zaningeha Mûş Alparaslanê li ev gunde hatîye avakirin. Xelkê ev gunde hemî Kurdin.Zimanê wan Kurmancîye û bi Kurmancî mijûldibin.

Nivîskar Haydar Işık(nivîskarê Dêrsîmê) li gundê Acmanukê qasê 2 salan mamostetî kirîye. [1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî rîwayetan navê gund ji “Manûk”ê Ermen tê. Berê li gund du malbatên Ermen hebûne. Piştî “qirkirinê” (ew Ermen hatine "tehcîrkirin." Li gund haya tu kesî niha ji wan malbatên Ermenan tune ye. Di salên devdora 1650-1700î wan de, li gund bi navê Manûk, Ermenîyek aşvan hebûye. Mala Manûk li Newala Qeşayê, li quntara çîyê bûye. Li gorî gotina mezinan, ji ber aşê Manûk ji gund re gotine "Aşê Manûk" dûvre di nav dem û wextê de "Aşê Manûk" guherîye bûye Ajmanûk. [2]

Gund di 23yê Tebaxa 2017an de referandûmeke çêbû ji bo kû bibe taxek navêndê Mûşê. Li endama ev referandûmê de gund ket li nav statûya taxên Mûşê.

Perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo perwerdeya dinê Îslamî medrese hatîye avakirin. Dibîstana pêşîn û dibîstana navîn heye. Di nav gund de Zaningeha Mûş Alparslanê hatîye avakirin. Zanîngeha Mûşê

Nifûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa Taxa Ajmanukê bi tevahî 3992 kes e. Ji vê nifûsê 1354 mêr û 2638 jin in. Ji ber ku di nav gund de 2 hev xwargeha xwendekarên keçik heye ji bo wî nifûsa jinan jî nifûsa mêran pirtir e .

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanîya Haydar Işık: https://pirha.org/katliam-anilariyla-yasamak-agir-bir-yuk-video-47825.html/24/03/2017/ Çavkanîya Dîrok : https://www.academia.edu/36503752/%C3%87END_BIW%C3%8AJ_%C3%9B_GOTIN%C3%8AN_P%C3%8A%C5%9E%C3%8EYAN_%C3%8AN_AJMAN%C3%9BK%C3%8A_

Çavkanîya nifûs: https://www.nufusune.com/183760-mus-merkez-guzeltepe-mahallesi-nufusu#:~:text=G%C3%9CZELTEPE%20MAHALLES%C4%B0%20N%C3%9CFUSU%20MERKEZ%20MU%C5%9E&text=G%C3%9CZELTEPE%20mahallesinin%20N%C3%BCfusu%20Toplam%203.992,Erkek%2C%202.638'si%20Kad%C4%B1nd%C4%B1r.