Alaya Ketelonyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ala Katalonya hat beralîkirin)
La Senyera, alaya Katalonyayê

Senyera (bilêvkin: senyêre), navê alaya fermî yê Ketelonya ye.

Alayeke dîrokî û heraldîk e. Bi eslê xwe, di sedsala 11'an de nîşana Kontê Barselonayê bû, lê pişt re bû alaya giştî ya Taca Aragonê.

Di sedsala 19'an de, ligel vejandina neteweparêziya katalanî alaya neteweyî ya Ketelonyayê bû. Li referendûma sala 1932'an yekemîn Statûtên Otonom ên Ketelonyayê hatin erêkirin û alaya fermî ya herêmê bû.