Ala Katalonyayê
Ji Wîkîpediya
Senyera (bilêvkin: senyêre), navê alayê fermî yê Katalonyayê ye.
Alayekî dîrokî û heraldîk e. Bi eslê xwe, di sedsala 11'an de nîşana Kontê Barselonayê bû, lê pişt re bû alayê giştî yê Taca Aragonê.
Di sedsala 19'an de, ligel vejandina neteweparêziya katalanî ala neteweyî ya Katalonya bû. Li referenduma sala 1932'an yekemîn Statûtên Otonom ên Katalanistanê hatin erêkirin û ala fermî ya herêmê bû.