Alan Turing

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Alan Mathison Turing (*23'ê pûşperê 1912 li London; † 7'ê pûşperê 1954 li Wilmslow), yek ji matematîker, zanyarê xêvjimêrê (Computer) yê navdar ê Brîtanî ye.

Turing avakerê zanîstiya xêvjimêrê tê zanîn. Di Şerê Dinyayê yê II. de bi destxistina şîfreyên dizî yên Elmanan navdar dibe. Bi navê "Makîneya Turing" bingeha xêvjimêra nûjen diavêje. Li ser algorîtmayê xebatên mezin dike.

Turing miroveke homoseksûel bû û ev yeka han ji aliyê konservatîvên wê demê ve nerewa dihate ditîn. Dek û dolavan li serê Turing dardixin û wî dixin zîndanê. Di zîndanê de bi qasî salekê hormona ostrogen tê enjektekirin.

Turing di sala 1954an de li zîndanê mirî tê ditîn. Herçendî polîs xwejehrkirina wî tesbît dike jî sedemê mirina wî hêj ne zelal e. Ni navê Xelata Turing xelatek bo pêşketina xêvjimêrê tê dayîn.