Albînîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Albîno-Pîngûîn
Wêne ji sedsala XIX. Malbatek albînîk

Albînîzm (ji peyva albus - spî ya Latînî tê) yek ji nexweşiyên genetîk e.

Xwe bi xerabûna metabolîzmayê dide der. Ji tunebûna yan kêmbûna pîgmenta ku rengê dide melanînê tê kivşekirin. Kesên bi vê nexweşiyê ketine, çerm û porên wan spî dibin. Dîtina çavan da xerabûn dibe.

Ji ber ku çermên wan zirav û bêhêz in, zu dişewitin û ji kanserê re amade ne. Di çavan de nîstagmûs heye ango çavên wan dicirifin. Heger albînîzm di asteka pirr bilind de nîne, ziyaneke mezin nade jiyana rojane.

Bo terapiyê[biguherîne]

  • Cureyên berçavk an lînsan ku çav diparêzin
  • Dermanên ku sîstema parastinê bihêzdikin
  • Parastina çerm

Nexweşî xwe li cem ajalan jî dide der. Ajalên ku bi vê nexweşiyê dikevin pirranî nikarin xwe di nava şirûştê de biparêzin.

Nexweşên albînîk di nava civakê de ji ber rengê xwe rastî gelek astengiyan tên. Di hin fîlman de wekî kesên nebaş tên pêşkêşkirin. Dîsa jî gelek di civakê de ciheke baş ji xwe re çêkirine.