Alban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Alban
Gjergj Kastrioti.jpg 55x63px Clement XI.jpg Dupré - Ali Pasha.jpg
Skanderbeg Lekë Dukagjini Papa Klement XI Elî Paşayê Yanînayî
Ghega-lithografie-kriehuber-1851.jpg ModernEgypt, Muhammad Ali by Auguste Couder, BAP 17996.jpg Ismail Qemali.jpg
Karl Gega Mihemed Elî Paşa Ismail Qemali Naim Frashëri
GjergjFishta.jpg Bundesarchiv Bild 183-U0906-533, Alexander Moissi.jpg FAN NOLI.jpg Gjekë Marinaj Protonism.jpg
Gjergj Fishta Aleksandër Moisiu Fan S. Noli Gjekë Marinaj
Mother Teresa.jpg Ismail Kadare.jpg Ibrahim Rugova.jpg Olympique de Marseille - Association de la Jeunesse auxerroise 2007 2008 Lorik Cana.jpg
Mader Teresa Ismail Kadare Ibrahim Rugova Lorik Cana
Gelhe (kom)
bi giştî 33 000 000 kes
Ziman û ol
Ziman Albanî (bi zaraveyê: Gegî û Toskî)
Ol Îslam: 55 %, xrîstiyanî: 25 %, Ateîstî û Agnostîtî: 20 %[1]
Ala albanan û nîşaneya neteweyî ya gelê alban
Rok, endamekî êla Shkreli. William Le Queux, 1906

Alban (bi albanî: Shqiptarët) neteweyeke balkanî ye ku li Anatoliya, Rojhilata Navîn, welatên ereb û Ewropayê jî belav bûne. Bi giranî li Albanya, Kosovo, Tirkiye û Makedonyayê dijîn. 90 %ê Albanyayê alban e. Bi albanî diaxivin ku yek ji malbata zimanên hind û ewropî ye.

Bingeh[biguherîne]

Gelê alban ji îllîriyan û pelasgiyan belav bûne. Ji aliyê genetîkî û çandî ve nêzîkê yewnan û îtalîyan in. Ji xwe re Shqiptar dibêjin ku tê wateya zarokên eyloyê. Ev binavkirin bi taybetî di têkoşîna Skanderbeg a li dijî osmanîyan de hatiye bikaranîn. Nîşaneya li ser ala netewî jî eylo ye. Biyanî pirranî albanan bi navê alban binavdikin. Tirk Arnavût dibêjin, ev jî ji arvanît a romayiyan e. Romayiyan gotina albanî arben (karker, karbidest, kesê xebatê dike) kirine arvanît.

Ziman[biguherîne]

Albanî (bi albanî: Gjuha Shqipe /ˈɟuha ˈʃcipɛ/ yan bi kurtî Shqipja /ˈʃcipja/) di nava malbata zimanên hind û ewropî de bi serê xwe şaxek e. Gegî û toskî zaraveyên wê yên sereke ne. Di sedsala 20em de albanan zaraveyê toskî bingeh girtine, zimanê xwe yê nivîskî û nûjen li ser wê avakirine. Herwiha zarave yan devokên bi navê arbëresh û arvanîtîka jî hene, carnan wekî devok an heya bigire zimanên xwebixwe jî tên binavkirin. Di albanî de gelek bêjeyên latînî, yewnanî, romî (tirkî), bulgarî û fransî hene.

Peyvên kurdî/îranî di albanî de[biguherîne]

Bi bandora osmaniyan wekî peyvên erebî, yên kurdî/îranî jî derbasê albanî bûne. Tê zanîn zimanê osmaniyan ji xwe sentezeke romîkî (tirkî), erebî, kurdî/îranî û zimanên rojavayî bû.

Hin jî mînakan: Perde, pere, çardar an çadir, dolav, çakûç..

Dîroka Kurdistanê de alban[biguherîne]

Albanya nêzîkî 400 salan di bin dagirkeriya osmaniyan de maye. Bi hatina osmaniyan ve zêdetirî nîv milyon alban direvin Îtalyayê. Yên mayî pêl bi pêl îslamîze dibin. Albanya welateke çiyayî, alban jî mirovên wêrek û şerkar in. Osmanî ji vê taybetiya albanan sûdê werdigirin, hinek ji wan wekî cerdewanên îro birêxistin dike. Yekîneyên albanî (herwiha yên çeçen û çerkez jî) di dagirkerî û binpêkirina gelan de bikartînin. Yekîneyên albanî li dijî kurdan jî tên bikaranîn.

Bi têkçûna osmaniyan ve gelên ji aliyê tirkan ve hatine îslamîzekirin, ji tirsan direvin Anatoliyayê. Îro beşeke mezin ji belê tirk bi eslê xwe balkanî, qefqazî ne. Mixabin hatine asîmîlekirin û li Tirkiyeyê zimanê albanî ketiye xetereya windabûnê.

Wêje[biguherîne]

  • Skender Anamali: Die Albaner, Nachkommen der Illyrer. In: Arne Eggebrecht u.a. (Hrsg.): Albanien. Schätze aus dem Land der Skipetaren, von Zabern, Mainz 1988. ISBN 3-8053-0978-3 [Ausstellung des Roemer- und Pelizaeus-Museum, Hildesheim, 18. Juli bis 20. November 1988 ISBN 3-8053-1017-X (almanî).
  • Peter Bartl: Albanien. Vom Mittelalter bis zur Gegenwart. Pustet, Regensburg 1995, ISBN 3-7917-1451-1. (almanî]]
  • A.C. Danopoulos u. C.P. Danopoulos: Albanian Migration into Greece. The Economic, Sociological, and Security Implications. In: Mediterranean Quarterly 15(2004), S. 100–114.
  • Miranda Vickers: The Albanians. A modern History. Tauris, London / New York, NY 1995, ISBN 1-8504-3749-1.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]