Albert Abraham Michelson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Albert Abraham Michelson

Albert Abraham Michelson (* 19'ê berfanbarê 1852 li Strelno (Parêzgeha Posen); † 9'ê gulanê 1931 li Pasadena (California), fîzîknasekî DYAyî yê bi eslê xwe Alman bû. Sala 1907Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Ew bi navê Michelson-Înterferometre pêşketinek di zanistiya fîzîkê de çêdike. Malbata wî Cihû bû. Serî de wekî serbazek di artêşa DYA de dixebite û di keştiyên şer de digere. Dema di artêşa deryayî de bû gelek alavên teknîk çêdike. Piştre ji artêşê vediqete û perwerdeya fîzîkê dibîne. Li pirraniya beşên fîzîkê radiweste. Bo cara yekemîn di sala 1881'î de lezbûna tîrêjê dipîve. Herwekî wî bi mîsogerî pîvandina dûrahî û kalîbreyên stêrkan jî dikir. Di gelek waran de wekî Albert Einstein difikirî.