Albert Camus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Albert Camus
Jidayikbûn7 çiriya paşîn 1913 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dréan (French Algeria, FransaLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin4 kanûna paşîn 1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Villeblevin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêSingle-vehicle accident li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
Cihê goristanêCemetery in Lourmarin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • zanîngeha Cezayirê (1935–1936) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • L'homme révolté
  • A Happy Death
  • The Fall
  • The Myth of Sisyphus
  • The Stranger Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Hevjîn
  • Simone Hié (Cezayir, 1934–1940)
  • Francine Faure (Liyon, 1940–1960) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Blanche Balain (1937–)
  • María Casares (1944–1945)
  • Mamaine Koestler (1946–)
  • María Casares (1948–1960)
  • Catherine Sellers (1956–1960) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Catherine Camus
  • Jean Camus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Albert Camus (7 çiriya paşîn 1913 – 4 çileya paşîn 1960) nivîskar û fîlozofekî alcerî-fransî ye.

Camus di sala 1913an de li Cezayirê, li Modovê ji diya xwe bûye. Bavê wî fransî, diya wî spanyolî ye. Bavê wî karkerekî xizan e. Ji ber bê karî û xizaniya malbatê, ji Fransayê koçî Alceryayê dike. Di wê demê de ku Alcerya koloniya Fransayê bû, wek wî nêzî milyonek fransizên din jî koçî Alceryayê kirine.

Di destpêka şerê cihanê yê yekem de (1914) bavê Camus tê kuştin. Ji ber xizanî û tunebûnê diya wî Catherine zarokên xwe Lucien û Albert digre û diçe cem diya xwe Belkcurtê. Belcurt taxa xizanan û karkerên biyanî ye. Taxeke li paytextê cezayirê ye. Di xaniyek biçûk de ew, dapîra wî, xalê wî yê nexweş û diya dapîra wî bi hev re dijîn. Diya wî diçe di malan de kar dike.

Camus dest bi dibistanê dike. Jîrek e. Bi melevanî, kelevanî û hêla xwe ya rewşenbîr bala mamoste Lois Germain dikşîne. Ji ber xizaniyê nikare dest bi dibistana lîseyê bike. Lois mamostê wî jê re burs peyda dike. Bi alîkariya bursan, Camus lîseyê teva dike û dest bi zanîngehê dike. Di Zanîngeha Cezayirê Beşa Felsefê de dixwîne. Şagirtek serketî ye. Dema lîseyê dixwîne bi nexweşiya jana zirav dikeve. Heta mirinê ev nexweşî pêsîra wî ber nade. Xizanî, nexweşî û atmosfera şer li ser jiyan û kesayetiya wî bandoreke mezin dike.

Ew di dema şagirtiya xwe de di nava rêxistinên li dij faşîzmê de cîh digire. Di wê demê de dibe endamê Partiya Komunîst. Li ser mijara şanoyê dixebite. Derhêner, redaktor, lîstikvan, şanonivîs û hunermend e. Ji bo ku Partiya Komunîst giraniya xwe nade ser daxwazên netewebûn, azadî û pirsa serxwebûna gelê ereb, ji partiyê vediqete. Lê di nava refên rêxistinên çep de têkoşîna xwe didomîne.

Di dawiya sala 1930yî de dest bi rojnamevaniyê dike. Di wê demê de pirtûka wî ya yekem tê weşandin (li Alceryayê). Camus şefredaktorê Rojnameya Cumhuriyetê ye û rojname tê qedexekirin. Dagirker ji dîtinên azadiyê hez nakin. Ji dîtinên ronahiyê jî.

1940î de bi Francine Faur re dizewice. Du zarokên wan (cêwîk) çê dibin (Catherina û Jean). Cîhan di bin ewrên reş ên şer de dimirmir e. Faşîzma Hitler Fransayê dagir dike. Hukûmet û burjûvaziya Fransayê bê berxwedan Fransayê bi destên xwe teslîmê Hîtler dikin (1940). Camus berê xwe dide Parîsê.

Camus di sala 1940î de li Parîsê bi qaçaxî Rojnameya Combatê derdixe. Combat, weşana azadîxwazan û ya têkoşerên li dijî faşîzmê ye. Camus bi rêya Rojnameya Combatê û ku redaktorê rojnamê ye, xebatên xwe yên veşarî dike û aşkere û fermî jî rojnamevanî dike.

Di sala 1942an de du berhemên xwe yên bi nav û deng "Biyanî" û ”Efsaneya Sisyfos” diweşîne.

Di nav mirin û mayînê de, jiyana xwe didomîne. Di sala 1944an de Fransa car din azad dibe. Rojnameya Combat bi redaktoriya Camus dibe navenda çepên ku ne bi Partiya Komunîst re ne.

Di sala 1947an de romana xwe ya bi navê ”Weba” diweşîne. Di sala 1951ê de berhema xwe ya bi navê ”Şoreşa Mirovan” diweşîne. Di sala 1956an de romana wî ya bi navê ”Ketin” tê ye weşandin. Di sala 1957de jî berhema wî ya bi navê ”Penaberî û Dewlet” tê weşandin. Û ”Discours en Suede”.

Berhema wî ya ku xelata Nobelê digire. Di nava xelatgerê Nobelê de nivîskarê herî ciwan e. Dema li Stokholmê xelatê digire, axaftinek dike. ”Rewşenbîr û vedora xwe”. Ev axaftina wî bi serê xwe berhemek e ku di wêjeya cihanê ya mirovahiyê de xwedî cîhek giranbiha ye.

Albert Camus

Pirtûkên Albert Camus[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • L'Envers et l'Endroit (1937)
  • Noces (1938) recueil d'essais et d'impressions
  • Le Mythe de Sisyphe (1942) essai sur l'absurde
  • L'Étranger (1942), Biyanî (Nûdem, ISBN 91-88592-13-8) di 1995an de hatiye wergerandin zimanê kurdî.
  • Caligula (1944)
  • Le Malentendu (1944)
  • Réflexions sur la Guillotine (1947)
  • La Peste (1947 ; Prix de la critique en 1948)
  • L'État de siège (1948)
  • Lettres à un ami allemand (1948 ; publié sous le pseudonyme de Louis Neuville)
  • Les Justes (1950)
  • L'Homme révolté (1951)
  • L'Été (1954)
  • La Chute (1956)
  • L'Exil et le royaume (Gallimard, 1957) nouvelles (La femme adultère, Le renégat, Les muets, L'hôte, Jonas, La pierre qui pousse)
  • Les Possédés (1959) adaptation au théâtre du roman de Fedor Dostoïevski
  • Carnets I. (1962)
  • Le Premier Homme (Gallimard, 1994 ; publié par sa fille) roman inachevé
  • Albert Camus, Maria Casarès. Correspondance inédite (1944-1959). Édition de Béatrice Vaillant. Avant-propos de Catherine Camus. Collection Blanche, Gallimard. Parution : 09-11-2017.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]