Alfabeyên kurdî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurd sê alfabeyên kurdî yên cuda bi kar tînin: alfabeya latînî, erebî û ya kirîlî. Kurdên Kurdistana Bakur û "Kurdistana binxetê" (Bakurê Rojava) alfabeya latînî, kurdên Kurdistana Rojhelat û Başûr alfabeya erebî, kurdên li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî bi kar tînin. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hin kurdên Sovyetistana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine.

Alfabeyên ji aliyê kurdan hatin bi kar anîn ev in:

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Alfabeyên kurmancî, yekgirtú û soranî

Latînî Yekgirtú Kirîlî Soranî IPA
tîpa tenê tîpa destpêkê tîpa naverastê tîpa dawiyê
A a A a A a ا ئا ـا [aː]
B b B b Б б ـبـ ـب [b]
C c J j Щ щ ـجـ ـج [d͡ʒ]
Ç ç C c Ч ч چ ـچـ ـچ [t͡ʃ]
D d D d Д д ــد [d]
ڏ ــڏ [ð]
E e E e Ә ә ﺋﮫ [ɛ]
Ê ê É é E e
(Э э)
ێ ئێـ ـێـ ـێ [eː]
F f F f Ф ф ـفـ [f]
G g G g Г г ـگـ ـگ [ɡ]
H h H h h h ـهـ ـهـ [h]
(Ḧ ḧ) H' h' h’ h’ ح حـ ـحـ ـح [ħ]
(') ' ع عـ ـعـ ـع [ʕ]
I i I i Ь ь [ɯ]
Î î Í í И и ﺋﯾ ـيـ [iː]
J j Jh jh Ж ж ـژ [ʒ]
K k K k K k ـکـ [k]
L l L l Л л ـلـ ـل [l]
(ll) ll Л’ л’ ڵ ڵــ ـڵـ ـڵ [lˁ]
M m M m M m ـمـ ـم [m]
N n N n Н н ـنـ ـن [n]
O o O o O o ۆ ئۆ - ـۆ [oː]
P p P p П п پ پــ ـپـ ـپ [p]
Q q Q q Q q ـقـ ـق [q]
R r R r P p ـر [r]
(rr) rr Р’ р’ ڕ ـڕ [r]
S s S s C c ـسـ ـس [s]
Ş ş Sh sh Ш ш ـشـ ـش [ʃ]
T t T t T т ـتـ ـت [t]
U u U u Ö ö ـو [œ]
Û û Ú ú У у ﻭﻭ ـوﻭ [uː]
Ù ù ۊ ـۊ [ʉː]
V v V v B в ڤ ڤـ ـڤـ ـڤ [v]
W w W w W w ـو [w]
X x X x X x ـخـ ـخ [x]
(Ẍ ẍ) X' x' Ѓ ѓ ـغـ ـغ [ʁ]
Y y Y y Й й يـ [j]
Z z Z z З з ـز [z]

[biguherîne] Herfên nû ji bo dengên enfatîk

Celadet û Kamûran Alî Berdixan alfabeya kurdî ya bi tipên latînî, ya bi navê alfabeya Hawarê, amade kiriye. Ev alfabe alfabeyeke rihet/hêsan e [1], ji ber ku herkes bikaribe bi hêsanî hînî nivîsandina kurdî bibe. Lêbelê zimanê kurdan gelek dewlemend e [2][3][4][5], ji ber ku pirr deng/fonem hene. Lewma li gor çend zimannasan [çavkanî pêwîst e] wek Dr. Bahîzê Omerî (di gotarên wî li kovarên Peyv û Karwanê) ev tîpên nû, yên ku heta îro (2011) bi giştî nehatin pejirandin, pêşniyaz kirine:

  • "Ḉ" (çh)[6]. Mînak : ew koḉa bar dikin, ḉiya,
  • "Ḱ" (kh)[7]. Mînak : şiḱandin, weḱ, nêzîḱ, ḱar, desteḱ.
  • "Ṕ" (ph)[8]. Mînak : ṕêrnav.
  • "T́" (th)[9]. Mînak : ket́in, tişt́, st́andin, kuşt́in, hat́in.
  • "Ŕ" (rh) yan jî "RR" (rr)[10]. Mînak : ji te ŕa, jêŕ, ew ŕabûbûn, ew ŕêwîne. Mînak : pirr, kirr.

Jixwe Celadet Alî Bedirxan jî di kovara Hawarê da qala van dengên ç, k, p, t yên cuda dike, lê wisan dibêje ku hewce nîne ku ji bo her dengekî tîpek di alfabeyê da hebe. Ji bilî van çar dengan dîsa behsa dengên ku di alfabeya klasîk a Kurdî da derbas dibin (û di alfabeya Erebî ya Soranî da jî hene) herfên hê ح, 'eyn ع û xeyn غ dike. Bona van dengan jî pêşniyar dike ku işareta ¨ bikarbînin, her wiha ev wek ḧ, ë (ä, ï) û ẍ werin nivîsandin.[11]

Di alfabeya Kurdî ya bi tîpên erebî (alfabeya soranî) da, ji bilî dengên ḧê ح, ëyn ع, ẍeyn غ du deng dîsa hene ku di alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî da tune. Ew jî tîpên ڕ û ڵ ne ku em dikarin bi rr û ll binivîsin.

[biguherîne] Alfabeya zazakî

Herweha di zaravayên zazakî [12]de ev dengên enfatîk jî hene çh, kh, ph û th û dengên rr û é. Lê ev deng li hêmû zimanên îranî tune ne, bes tenê bi kurmanjkî û dimilî hene [13][14][15]

Ev dengên cuda ku di Zazakî/Kirmanckî da hinek bi çh, kh, ph, th nîşan didin mîna dengên Kurmancî têne bilêvkirin. Ev nivîsandina bi du herfan jî hinekî bi pirsgrêke. Lewra gava ku tîpa h tê ber tîpeke din ew boyê ku dengekî hişk bide tê bikarhanîn û di sîstema Alfabeya Fonetîk da jî dengên hişk bi lêzêdekirina tîpa h têne nîşandan. Mînak: [t͡ʃʰ], [kʰ], [pʰ], [tʰ]. Lêbelê hinek vê di Zazakî da boyê dengên ç, k, p, t, yên nerm bikartînin ku ev jî problemekî derdixe holê bona başfehmkirina xebitandina van tîpan.

[biguherîne] Çavkanî

  1. http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta67/a%20tigris67.htm
  2. http://www.scribd.com/doc/71798599/pernav
  3. http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=29488
  4. http://www.shewirazimanekurdi.com/images/stories/ELIF.pdf
  5. http://www.shewirazimanekurdi.com/index.php?option=com_content&view=article&id=54&Itemid=59
  6. http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 23-24)
  7. http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 24)
  8. http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 24-25)
  9. http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 25)
  10. http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 25)
  11. Hawar, hejmar 1, rûpel 3, Elfabêya Kurdî
  12. http://members.tripod.com/~zaza_kirmanc/dil/okumayazma.htm#2-1
  13. http://www.omniglot.com/writing/persian.htm (bi farsî enfatîk nîne)
  14. http://www.omniglot.com/writing/dari.htm (bi darî enfatikên kurdî tune ye)
  15. http://www.omniglot.com/writing/dari.htm ( bi peshtûnî dengê enfatîk nin e)

[biguherîne] Girêdan

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din