Xetên masî soratî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Alfabeya Masî Soratî hat beralîkirin)
Alfabeya Masî Soratî (ji pirtûka Ibn Wehşiye)

Alfabeya Masî Soratî yek ji alfabeyên kevnareye ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. Ev alfabe xwediyê 37 tîpan bû. Ibn Wehşiye di berhema xwe ya bi navê Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-aqlam (bi îngilîzî An Explanation of Ancient Alphabets and Hieroglyphics) de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwan nivîsiye, dibêje:

"Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên masî soratî dinivîsin. Min di Naûsiya Bexdayê de sê pirtûkên kurdî ku bi tîpên masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê du cild ji wan pirtûkan li ba min in ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bêav de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku her kes kelk (havil) û sûdê (kar) jê werbigire. Ew alfabeya ku bi masî soratî bi nav û deng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elîf heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên 'p' û 'ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di tu zimanê din de tune ne. Her wiha deng û fonetîka wan di tu alfabeyeke din de nayê dîtin.
Me ji bo 6 tîpan ji wan ti deng û wêneyek di nav ti alfabe û zimanekî de nedît. Diyar e ku dengên pir seyr û balkêş hene û bi alîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. Herwiha Quranê jî wekî erebên deştê dixwînin û belkî baştir jî dixwînin. Pêwist e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban tên bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin.[1][2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ahmed ibn 'Ali ibn al Mukhtar ibn 'Abd al Karim (Ibn-Waḥšīya), Ancient Alphabets & Hieroglyphic Characters Explained: With an Account of the Egyptian Priests, Their Classes, Initiation, & Sacrifices, in the Arabic Language, werger: Joseph von Hammer-Purgstall, W. Bulmer & Company, London 1806 (E-pirtûka Google)
  2. ^ En Eski Kürt Alfabesi, ji orîjînalê di 28 sibat 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 nîsan 2013