Alfabeya Şemo-Marogûlov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alfabeya kurdî di sala 1929an de

Alfabeya Şemo-Marogûlov yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ye û ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov (bi koka xwe aşûrî) dest bi amadekirina alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929an de yekemîn kitêba bi kurdiya latînî li cihanê bi navê Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi [1] ("Xwe-xwe hînbûna xwendina nivîsara kurmancî") çap kirin.[2]

Alfabe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfabeya Şemo-Marogûlov
Alfabeya kurdî ya nû ya sala 1928an
Şemo-Marogûlov (1928) Bedirxan (1932-niha)
1 A a A a
2 B b B b
3 C c Ç ç
4 Є є? Ç ç = Ç’ ç’
5 Ç ç C c
6 D d D d
7 E e Ê ê
8 Ə ə E e
9 F f F f
10 G g G g
11 Ƣ ƣ X x = Ẍ ẍ
12 H h H h
13 I i Î î
14 Ь ь I i
15 J j Y y
16 K k K k
17 Ⱪ ⱪ K k = K’ k’
18 Q q Q q
19 L l L l
20 M m M m
21 N n N n
22 O o O o
23 Ɵ ɵ WE we (Piştî x)
24 W w W w
25 P p P p
26 Ҏ ҏ P p = P’ p’
27 R r R r
28 S s S s
29 Ş ş Ş ş
30 T t T t
31 Ҭ ţ T t = T’ t’
32 U u Û û
33 У у U u
34 V v V v
35 X x X x
36 Z z Z z
37 Ƶ ƶ J j
38 Ħ ħ H h = Ḧ ḧ
39 Ә́ ә́ 'E, 'e

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Marogulov u Ə. Ş. (1929). Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi, Nəşre dəwləţe Şewre Ərmənistane, Revan.
  2. ^ Têmûrê Xelîl: Elfabeya pêşin, romana pêşin û romannivîsê pêşin