Alparslan Türkeş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Alparslan Türkeş

Alparslan Türkeş (Hüseyin Feyzullah) (z. 25'ê sermawezê 1917 li Nîkosiya – m. 4'ê avrêlê 1997 li Enqere) damezrêner û serokê tevgera neteweperest a tirk MHP'ê, yek ji endamê hêzên biçek ên tarî ÖHD, leşker û siyasetmedarê Tirkiyê bû.

Bi eslê xwe ji malbateke qefqazî ji bera çerkezan e.[çavkanî pêwîst e] Alparslan Türkeş navê wî yê kod bû. Navê wî yê berê Hüseyin Feyzullah bûye. Türkeş ji ber ku endamê hêzên sîxurî ya Tirkiyê bû, gelek kodnav bikardianîn. Di xebatên xwe yên îlegal de binevkên Nikis Viloivlis, Borz Rahmani, Agop Ararat ûêd bikaraniye.[çavkanî pêwîst e]

Jînenîgarî[biguherîne]

Di sala 1948'î de akademiya leşkerî kuta dike û bi tevî xebata xwe ya di sîxuriyê de dest bi polîtîkayê dike. Sala 1955'î ji aliyê artêşa Tirk ve bo perwerdeya bilind a şerê derûnînasiyê di nava baskên NATO de tê şandin. Di cûntaya leşkerî ya 27'ê gulanê 1960'î de wekî birêvebirek cihdigire. Di demeke kurt de hin nakokî di navbera wî û birêvebirên din de derdikeve û ew bi cezayê dûrxistinê dişînin Hindistanê.

Di nava partiya bi navê Cumhuriyetçi Köylü Millet Partisi (Partiya neteweya gundî ya komarger) de dest bi xebatê dike û di sala 1969'î de li bajarê Edeneyê navê partiyê werdigerînin Milliyetçi Hareket Partisi (Partiya tevgera neteweperwer). Di nava salên 31'ê adarê 1975 - 21'ê pûşperê 1977 û 11'ê pûşperê 1977 - 5'ê rêbendanê 1978 de wekî cihgirê serokwezîr peywirdariyê digire. Di heman demî de Türkeş bo cara yekemîn bi alîkariya îdeologê Tirk Hüseyin Nihal Atsız hin elementên nîjadperestiya Tirk diafirînin. Gurê boz wekî sembola Tirkan tê pejirandin û efsaneya Împaratoriya Roma ya Romulus-Remus jî wekî efsaneya neteweyî ya Tirkan tê hilbijartin. Türkeş hemî van nêrînên xwe di pirtûka xwe ya navdar Dokuz Işık de diweşîne.

Piştî cûntaya leşkerî ya 12'ê rezberê[biguherîne]

Türkeş bi sedema organîzekirina kuştina 5000 mirovên Kurd, çepgîr, sosyalîst û rewşenbîran ji aliyê artêşê ve tê darizandin. Türkeş di dadgehê de dibêje "Em girtî lê ramanên me desthilatdar in". Bi qasî 4,5 cezayeke sistkirî dikişîne û dîsa dest bi polîtîkayê dike.

Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidestdide. Meytê wî bi seremoniya dûgelê tê veşartin.

Gurê çeçenan, efsaneya romayiyan[biguherîne]

Gurê boz ji aliyê Türkeş ve wekî sîmbola tirkan tê bijartin. Di mîtolohiya qefqaziyan de heye. Gorî baweriya çeçenan, gur heger rûniştî be cîhan di rehetiyê de ye, lewra çeçen di aşitiyê de ne. Lê heger li ser piya be, wê gavê cîhan tevlîhev e, lewra şervanên gelê çeçen di şer de ne, Xwedê dizane heya rûnên çi tê serê erdxanê (dinya). Hin dibêjin jiber ku Türkeş jî qefqazî bûye, di malbatê de bi vê efsaneyê hesiyaye, ji wir girtiye.

Di mîtolojiya romayiyan de Romulus û Paulus du romayî ne ku bingeha şarezayiya romayî avêtine, damezirandine. Ev herdu dema pitik bûne ji aliyê dêlegurekê ve tên mijandin û xwedîkirin. Mezin dibin, romayî jî ji nesla wan tên. Türkeş van efsaneyan jî dike para tirkan û bikartîne. Giregirê nîjadperestiya tirk Nihal Atsız li dijî Türkeş derdikeve.

Eslê Türkeş û hin spekulasyon[biguherîne]

Hin dibêjin eslê wî yewnan, hin jî dibêjin çerkez û tirkoman e. Lê ev tev jî îdia ne. Bi derketina zagona paşnavan li Tirkiyê ew wekî malbat nav û paşnavên tirkî ji xwe re digire. Beriya zagonê navê wî Hüseyin Feyzullah bûye. Tê gotin ji ber ku ew ji bera Çerkezan bûye, nîşaneya gurê ji wir hatiye. Tê zanîn Çerkez sembola gurê bikartînin û di çanda wan de ev sembol cihekê girîng digire. Dîsa tê zanîn gur bi destê Türkeş bûye sembola neteweparêzên Tirk. Di dema Osmaniyan de bav-kalên wî tevlî serhildaneke Çerkezan dibin û ji aliyê dewleta Osmanî ve wekî sirgûn dişînin girava Qubrisê. Türkeş li wir jidayîkdibe û heya 12 saliya xwe yek bêjeyek bi Tirkî nizane, Grekî diaxive.