Amper

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ampère hat beralîkirin)

Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan da, Ampère [amp'ε:r] yekîna sirêma karevayê an barê karevayî di sanîyeyê da ye. Ev nav jibo rêzgirtina André-Marie Ampère, yek ji kesên serekî yên ko karevayîasinrevayî vedîtî, hatiye hilbijartin.

Pênase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amper ew sirêma berdewam e ko, eger di du gehînên hevnebir da ko heta bêdawiyê diçin drbaz bibit, û stûrahî ya wan gehînan pir hindik bit ko mirov bikarit bibîjit hema sifir e, û ev du gehîn metirekê di valahiyê da ji hev dûr bin, dê hêzeka bi qasî 2×10–7 niyotonan li ser her metireka wan gehînan înit. Sirêma karevayê nirxa veguhastin an derbazbûna barê karevayî di demê da ye. Bi vî awayî, yek amper nirxa yek kûlombeka barî di sanîyeyekê da ye. Anko, yek amper beranberî yek kûlomb dabêşî yek saniyê ye.

Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan da, amper jî wekî metir, kîlogram û sanîyeyê yekîneka bingehîn e. Ev yekîn serbixwe û bê behskirina barê karevayî dihêt pênaskirin. Yekîna barê karevayî, kûlomb, hosa dihêt pênaskirin: barê karevayî yê ko bi sirêmeka yek amperî di heyama yek sanîyeyê da dihêt veguhastin.