Anaksagoras

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Feylesofê yewnanî Anaksagoras li gorî belgenameyeke kevn a alman

Anaksagoras (bi yewnanî: Ἀναξαγόρας, Anaxagóras, 500-428 b.z., feylesofekî yewnanî yê pêşsokratî ye. Feylesufêkî pêş sokratîye. Be pêy gêrranewey epollodoros, kurrî hêgêsbollosî xanedanî klazomênyay asyay bçûkew le mawe heftahemîn xulî ollompyadda (500-497 p.z) ledayk buwe, le yekemîn sallî xulî heştaw heştemîn ollompyadda, wate le sallî 428 da le serû hefta sallîyewe mirduwe.. Hezî kirduwe xoy terxan bkat bo zansit, boye desberdarî mullk û saman û kes û karekey debêt û rûdekate esînaw lewê debête hawellêkî nzîkî pêrîklês û pyawanî nê,darî şar. Hendêk pêyan waye anaksagoras mamostay sokrat bûbêt û sokratîş le qsekanîda amajey kirduwe bo ewey ke ktêbêkî anaksakorasî xwêndotewe. Be pêy gêrranewey dayocînyesî layirtosî, anaksagoras qutabî anaksîmanês buwe.

Le esînay dîmukrasî rû le geşaneweda, dway rumanî sî stemkareke, anaksagoras wirde wirde têrrwanîne felsefîyekanî xoy kamill kirduwe. Bellam maweyekî kem ber le hellgîrsanî cengî pîloponîş tometbar dekrêt be djayetîkirdnî syasîyaney şaru bêbawerrî û dannenan be xudakanî şarda. Îtir dway ewey hendêk hawrrêy nzîkî boy têdekewn, naçar debêt rew bkat berew lampsakos û paş maweyekî kem lewê demrêt.

Sebaret be dadgayîkirdnekey anaksagoras, dayaocînyes çend boçûnêkî cyacyay tomar kirduwe: hendêk dellên kîlon tometî bêbawerrîy dawete pallî, çunke wtûyetî xor brîtye le topêkî asnînî grrawî. Bellam pêrîklês ke qutabîşî buwe dakokî lêkirduwew neyhêştuwe rewaney merg bikrêt, boye le şar deryan kirduwe. Bellam satîros dellêt, syosîdîdêsî neyarî pêrîklês şkatî lêkirduwew be xyabî xoy szay mergî beserda drawe. Bellam hêrmîpos dellêt frrê drawete zîndanewe bo ewey szay mergî beserda bsepênrêt, pêrîklês firyay kewtuwew azadî kirduwe, ewîş hest be sûkayetîpêkirdin dekat û şareke cêdehêllêt.

Anaksagoras yekemîn feylesufe le mêjûy hizrî xorawayîda ke qsey leser prensîpî rohî kirdbêt û pêşî wabuwe roh jyan û form debexşêt be made. Têrrwanînî xoy le şî'rêkda darriştuwe be nawî "derbarey sruşt" û tenha çend birrgeyekî bedestî ême geyiştuwe.

Anaksagoras zor le têrrwanîne felsefîyekanî anaksîmanêsewe nzîk buwe, be taybetî kozkolojyakey ew, ke lay xoyewe zor drêjey pêdawew wirdekarîy têda kirduwe. Welê legell eweda nebuwe ke hewa prensîpî seretayî bûn bbêt û ştekan le encamî çirrbûnewew xawbûnewey hewada drust bûbin. Pêştir parmênîdês em boçûney le bnaxewe helltekandibû, boye anaksagoras pêy wabû take lêkdanewe bo gerdûn freyye, nek yekdaneyî. Bo nmune êmpîdoklês pêy wabuwe ke êsk le xak û hewaw aw û agir drust buwe, her yekeyan be rêjeyekî guncaw beşdarîy kirduwe le pêkhênanîda, boye deşêt dîsanewe cyabbnewew regeze binçîneyyekan bênewe berhem. Bellam lay anaksagoras, nek tenha xak û hewaw agru aw madey bnerretîn, bellku xwên, zêrr, mû, êsk..hitd emanîş hemûyan madey bnerretîn û qabîlî ewe nîn kert bikrên bo beşî bnerretîtir.

Be boçûnî anaksagoras xor berdêkî spî germew mangîş heman pêkhatey zewî heyew tîşkî xor perçdekatewe, her em boçûnaneş bû ke bûne hoy ewey gumanî bêbawerrî lêbkirêt û dadgayî bikrêt, wek leserewe baskra.

Gerçî wek eresto dellêt anaksagoras le împîdoklês gewretir buwe, bellam dway ew destî kirduwe be nusîn û le zor ruwewe legell hizrî ewda yekdegrêtewe. Bellam têrrwanînekey êmîdoklêsî bedill nebuwe ke deyût bûn le (xak û hewaw agir û aw pêkhatuwe). Zyatir pêy wabû ke sereta hemû madekan weku şêweyek le şêwekanî tow yan etomî cyacya pêkewe bûn û paşan heryekey beşêweyekî taybetî geşey kirduwe. Ew towane, yan etomane yekey pêkhênerî hemû madekanî naw sruştin. Lemeşewe pêy wabuwe xeslletî taybetî etomekan buwete hoy cyawazî nêwanî matiryallekan. Be guzarşitêkî tir le seretada hemû ştekan pêkewe bûn û beşêweyekî nakota bçûk bûn, hîç ştêk rûn nebû, be hoy bçûkîyanewe xeslletekanyan nedenasrayewe. Paşan wirde wirde behoy karîgerîy îserewe her madeyek xeslletî taybetî xoy wergirt. Gerçî anaksagoras yekemîn kes buwe bas le roh yan hzir bkat û cêgayekî le gerdunda bo terxan bkat. Bellam dwatir heryeke le eflatun û erestoş rexneyan lêgirtuwew wtûyane anaksagoras hizrî be hoyekî mîkanîkî leqellemdawe, nek rêkxeru harmonîkerî ştekan. Bellam em rexnane le behay ewe kem nakenewe ke anaksagoras yekemîn kes buwe lepall madeda basî le roh (hzir)îş kirduwe, ew be hizrî dewut naws û pêy wabuwe yekemîn fakterî rûdanî cûlleye le nêwanî ştekanda, xeslletekanî naws zor deşubhête ser ew prensîpey dwatir pêy witra yezdan.

Anaksakoras bawerrî be efrandin û lenawçûnî ştekan nebuwe, bellku weku parmênîdês lewbawerreda buwe, ewaney hen ewanen ke hebûn û her ewanîş demênnewew halletêk nye bitwanîn pêy bllêyn nebûn. Le "derbarey sruşt"da nusîwyetî: Yonanîyekan hellen eger bllên ştekan peyda debin û lenawîş deçin. Hîç ştêk nayete bûn û hîçîş lenaw naçêt, bellku awêey yekdegrin û le yektirîy cyadebnewe. Ewey heye yekgirtin û cyabûneweye".

Girêdanên Derve[biguherîne]