Dermanên êşbir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Analjezîk hat beralîkirin)
Dermanên êşbir û analjezîk

Dermanên êşbir, analjezîk an jî êşkûj endameke grûba dermanan e ku ji bo analjeziyê tên bikaranîn li dijî janan. Peyva analjezîk ji zimanê yewnanî αν-, an- "bêyî" û άλγος-, algos- "jan" e.

Dermanên analjezîk bi gelek rêyan çalak dibin li ser sîstema esebî ya derdorî û sîstema esebî ya navend. Ev dermanên han ji anestezîkan cuda ne ku berevajî hîsên mirovî bêhiş dikin û parasetamolan, NSAIDan wek salîsîlatan û dermanên opiyoîd wek morfîn û opiyum dihundirîne. Ji bo bijartina analjezîkan, tundî û bersiva dermanî li dîjî dermanên din şensê ajan ê diyar dike; Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di pêlekana êşan de wek pêngava yekê analjezîkên sivik nîşan dide.

Bijêrîna analjezîkê li gor tîpê êşê xuya dibe: ji bo êşa notropîk analjezîkên gelêrî kêm tesîr dikin û gelek caran beşên dermanan bisûd in ku ew bi xwe wek analjezîk nayên pejirandin, wek antîdepresanên trîsîklîk û antîkonvûlsanan.

Beşên Sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parasetamol û NSAID[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mekanîzmaya hereketa parasetamol/asetomînofen baş nayê zanîn lê ji şûna hereketa derdorî ya li kurîka esebî, bêhtir hereket li navendê mejî xuya dibe.

Formên taybetî û bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ajanên psîkotropîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]