Anatolya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Anatolya

Anatoliya (ji yewnaniya kevin: ἀνατολή, Anatolé, "rojhilat") navê herêma Tirkiye û Mezopotamyaya jorîn e. Navekê din ê Anatolyayê Asyaya biçûk e.

Anatolya, herêmeke mazin e. Berî ta dema neolîtîk ê dîroka wê diçê. Pir pêşketinên mazin jîn kiriya. Dîroke wê ya xwe afirandinê ji berî zayîne ji 15 wan dest pê dike. Ji vê demê pêşketine ku tê deme Athene û ji wê ji tê deme demên navîn û ji demên navîn ji tê deme me didomê.

Hîmzanist[biguherîne]

Bêja Anatolya bixwe, bêjeyeke ku herême Anatolya dike nava xwe de ya. Ta sînorê Kurdistanê dike nava xwe de. Bêja Anatolya bixwe, ji bêjeye yewnanî ya ku di wate rojhilhat de ya ji Anatole hatiye afirandin. Weke Asyaya biçûk an ji ya rojava ji tê binavkirin.

Serdema neolîtîk[biguherîne]

Serdema neolîtîk, li Anatoliya pir şûnpê wê hene. Li gelek deveran hatiye dîtin ku li wan deran bicihbûn heye. Gelek lêkolîn ji ta iro hatine kirin. Lê îro ji gelek cihên ku lê lêkolîn werine kirin hatina xirakirin. An ji li ser wanderan weke ku li kurdistanê li Baqîsê hate çêkirin, bendav hatine çêkirin û bin av mane. Tenê hinek derên navdar ku ji ber çav nayêne windakirin mane. Weke Efesê û hwd.

Di deme neolîtikê de jiyan li wan deran pêşketiye. Ji ber Dîcle û Firatê, di demên dawiyê yên neolîtîkê de mirovan bidest çûne wan herêman kirine û li wan deran bicihbûne û ji ew der ji jiyanê re vekirine. Navenda bicihbûnê di wê demê ber Firatê herêma Riha wan deran û ber Dîcle dora Cizîra Botan wan deran bû. Lê di demên dawiyê yên neolitikê de mirovan riya wanderan girtiya û çûna û li wanderan bicihbûna. Ev yek ta deme Bronz berdewam dike. Êdî ku dem tê deme şaristaniyan êdî hin bi hin bi pêşdikeve. Beravbûna wê ji ji vê yekê hem ji aliyê derya raş û ya sipî hîm diafirê.

Serdemên şaristaniyan[biguherîne]

Ku mirov li gor kronolijîyekê bêne ser ziman, Mirov wê her weha bêne ser ziman. Xalkên Qariyan, ber derya egê.

  • Hîtît, dewlet avakirin û Anatolya bigiştî kirina bi sêheta xwe de.
  • Urartû, navende wan Kurdistanê bû. Ji Sêrtê ta anatoloiya bihêz bûn.
  • Frîgiya, xelkekî ku li Anatolya bicih bûye.
  • Lîdya, xelkê ku li wir bicih bûye. Weke frîgiyayiyan bûne xwediyê serwerî û pêşketineke mazin li Anatolyayê. Frîgiyayiyan, tipên nivîsê ji li Anatolya bicihkirin û bi pêşxistin. Weke yên ku sumeriyan pir baş xwandin têne nasîn.
  • Qimerî, di berî zayînê de di naqabîna 15 û 14 wan de jîn bûn. Di aslê xwe de ev xalkê li kurdistanê li ber Hazaxê wanderan jîn bûn. Li ber avawê jîn bûn. Pêşketibûn û pir şervan bûn.
  • Fenîk, li Anatoloya jîn bûn. Nivîs bi pêşxistin.
  • şaristaniyan Ioniyan
  • Cihû
  • Med, piştî ku li Kurdistanê serdestiya xwe mazin kirin, êdî wan gelek sefer li anatoliya kirin. Xwestin ku serweriya xwe li ser wir ji ava kirn.
  • Asurî, li kurdistanê ku li gelek deverên din ji serderstiya wan çêbû. Xwestin herin û anatoliya ji bikine bi serweriya xwe de. Bi vê yekê re gelek seferên wan ji bûn.
  • Likya,Xalkekî li anatoliya bicih bûbû, demekê serwerî ji kir.
  • Pers, ta deme Medan bi kurdan re bûn. Piştre wan rêveberiya medan ya ku pêre jîn dibûn dana ardê û serweriya denazandin. Piştre wan ji xwest ku herine anatoliya û li wir serweriya xwe denazênin.
  • romî, berî zayîn ji 600 wan bidest pêşketinê kirin. Îparatorîyek avakirin û anatoliya û pêre ji Kurdistan ji kirina bin serweriya xwe de. Ana demên dirêj ma di bin serdestiya wan de.

Piştî van hêzan re hê gelek hêz û rêveber tên. Hemû ji dikin ku herine ser anatoliyê de. Gelek ji wan bi ser ser ji dikevin. Piştre demên anatoliya bi şer berdewam dibin. Tenê ji deme Osmaniyan û virde gelek xalk li wir tinebûn.

Seferên xaçan[biguherîne]

Sefere pêşî ya xaçan di 1096an de pêktêt, Sefere xaçan ya duyamin ji 1101 de pêktêt. Bi rêze ta 9an seferên xaçiyan pêk tên. Ya dawiyê di 1480-1481 de pêk têt. Seferên xaçan armanca wan ew bû ku kudusê bikina bin dest xwe de. Di wê demê de kurd xurtin. Di bin şahitiya mazinê kurd Salahedînê Eyûbî hêzekê herêmî avadibe û wan li kudusê dide sekinandin. Piştre salahedînê Eyûbî ku wan têk dibe êdî divegerihê kurditanê û li rihayê navende xwe di damazirene.

Ziman[biguherîne]

Zimanê ku li anatoloiya têne bi kar anîn, zimanê koma hind-awropî ne. Hîmê wan di berî zayîne tan 2000 hezar salan û wirde ji. Ji demên kevn zêde dokument ne mana.Lê ji deme fenîke û Hîtîtan û ji demên wan pêde ji demên din ji hinek dokument mana roje me. Zimanên wan, weke zimanê anatolokî ji tê binav kirin.

Dema Osmaniyan[biguherîne]

Dema Osmaniyan li Anatololiyayê ji sedsala 10'emîn piştî zayînê û virde dest pê dike. Osmanî bi eslê xwe turkmen in. Ji Asiya bi koçkirinê têne Anatoliyayê. Li wir bicih dibin. Li herême, di demeke kin de bi rêya guhertin olê dibin xwedî hêz. Piştî hin bi hin dibina hêzeke anatoliyaytî.Împaratoriya Osmaniyan weke navanda xwe Bursa diyar dike. Piştre Edirne wek paytext tê hilbijartin. Bi bindestxistina Konstantînopolîsê, ku navê wê îro Stenbol e, împaratoriya osmanî dibe berfireh û xurt dibe.

Anatolyaya roja îro[biguherîne]

îro Anatoliya di nav sînorê Tirkiyê de ya. Piştî ku Dewleta Osmanî ket, êdî komar bi TC hat avakirin. Anatolya, îro her weha hebûna xwe berdewam dike. Anatolya, îro, gelek kurd ji lê jîn dibin. Ji ber şerrê ku Komara Tirkî li Kurdistanê dimeşêne, Nêzîkî 6 milyon mirov ji cih û warê xwe hat kirin. Wan mirovan jî bi malbatên xwe re li bajarên weke Sitenbolê li gelek bajerê Anatolya hatine belavkirin. Bi vê yekê hata xwestin ku wê asîmlasyonê li ser serê kurdan bibine serî.. Lê kurd li wanderan jî bi rêxistin bûn û îro ji tekoşîna wan li wanderan jî berdewam dike.

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)