Anders Behring Breivik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Anders Behring Breivik (z. 13'ê sibatê 1979 li Oslo[1]) çalakvanê suîkastên 2011'an ên Norwêcê ye. Wî di wê salê de di navenda bajarê Osloyê de erebeyek da teqandin û piştre bi cilên polêsan û tebancekî li ser girava Utøya 77 ciwanên sosyaldemokrat kuştin. Ew di 22'ê tîrmeha 2011'an de hat girtin û sûcê xwe rojek bi şûnde bi awayekî berfireh îtîraf kir.[2]

Breivikê 32 salî 'parastina Norwêcê li dijî Îslamê' û 'marksîzma çandî' wek sedemên suîkastan bi nav kir. Li gorî parastina wî, wî xwest sosyaldemokratên ku welêt birêve dibin "bi awayeke pir xurt ceza bike", ji ber ku ew berpirsyarên "îthalata mezin a misilmanan bo Norwêcê" ne.[3][4]

Li gorî yekemîn rapora fermî ya 29'ê mijdara 2011'an Breivik di dema suîkastê de nexweşiya şîzofreniya paranoîd bû û lewra ne xwediyê hêza jêcudakirinê ya (temyîzê) ye. Lê li gorî raporeke duwem Breivik nexweşiya xerabûyîtiya nasnameya psîkolojîk be jî, hêza jêcudakirinê li ser wî hebû.

Di roja 16'e nîsana 2012'ê de bi sûcên terorîzm û kuştinê[5] doz li wî hat vekirin.[6]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Aftenposten, 15'ê sibata 1979, rûpel 10
  2. Verdächtiger legt Geständnis ab. Tagesschau.de, 24ê îlona 2011
  3. Ville strupe videre rekruttering til Arbeiderpartiet Dagbladet, 25ê tîrmeha 2011
  4. Attentat auf Norwegens König geplant Berliner Morgenpost, 31'ê tîrmeha 2011
  5. Die Anklage gegen Breivik, Welt Online, 10ê nîsana 2012
  6. Ein Narzisst entlarvt sich selbst spiegel.de, 16ê nîsana 2012