Anders Celsius
Anders Celsius (* 27'ê sermawezê 1701 li Ovanåker; † 25'ê avrêlê 1744 li Uppsala) astronomek, matematîkvanek û fîzîkvanekî swêdî bû.
[biguherîne] Biyografî
Anders Celsius li Ovanåkerê jidayîk bû û li zanistgehê Uppsalayê xwend. Di salê 1730î da ew li wir bû professor. Di salê 1736an da wî ekspêdîsiyonek ji pîvankirinê cîhanê ra çêkir. Wî di salê 1741ê da obzervatoriyûm li Uppsalayê çêkir.
Celsius kesî yekemîn bû, yê ronahiyê stêrkan serkir û derxist, ku ronahiyê Polaran magnêtê erdê eciz dike.
Celsius bi 43 salan ji ber jana ziravê mir û li domê Gamla Uppsala hate veşartin.
[biguherîne] Germahiyê Celsius
Anders Celsius di salê 1742 da yekê Grad Celsius çêkir. Bileksî îro wî ji xala kelînê yê avê ra 0 °C digot û ji xala helînê yê avê ra 100 °C digot. Wî jî hên zordariyê bê jî nivîsand (760 mm li ser gopalê zîbeqê). Şagirtê wi Carl von Linné di salê 1745, piştî mirinê Celsius, wê xeyrand.
Termomêterî wî (yê wî wê demê çêkir) niha li zanistgehê Uppsalayê ye.
[biguherîne] Pirtûk
- Olof Beckman: Anders Celsius. Uppsala 2003, ISBN 91-554-5661-8
- Horst Kant: Gabriel Daniel Fahrenheit, René-Antoine Ferchault de Réaumur, Anders Celsius. Leipzig, 1984
| Li Wikimedia Commons medyayên di warê Anders Celsius de hene. |