Anders Fogh Rasmussen

Ji Wîkîpediya

Anders Fogh Rasmussen 2007

Anders Fogh Rasmussen (26ê Befirbara Paşîn 1953 li Ginnerup, Jütland) siyasetvan û serokwezîrê berê yê Danîmarkayê ko niha wekî Emîndarê Giştî yê NATOyê hatiye danan û li bere ko li 1ê Tebaxa 2009ê bi awayekê fermî di wî mensebî da dest bi karê xwe bikit. Wekî din Rasmussen serokê partiya danîmarkî Venstre ye.

Anders ji 27ê Çiriya Paşîn a sala 2001ê heta 5ê Nîsana 2009ê serokwezîrê Danîmarkayê bû.

Ew rêberê Partiya Azadîxwaz ya Danîmarkayê (Partiya Lîberal anko Venstre'yê) bû. Andersî seroktiya hevalbendiyeka Partiya Azadîxwaz û [[Partiya Şopparêz a Xelkî ya Danîmarkayê|Partiya Şopparêz anko konservatîv ya Xelkî ya Danîmarkayê kir ko li sala 2001ê hat ser desthilatê û jibo du carên dî jî li salên 2005ê û 2007ê hat hilbijartin.

Andersî jibo mana xwe liser desthilatê pişta xwe bi gelîrînî û şe'biyeta Partiya Şopparêz a Xelkî gerim kir bû. Bi vî awayî, wekî kevneşopeka siyasî li Danîmarkayê, hukmeta wî Hukmeteka Kêmaniyê bû.

Ew di siyaseta xwe da li himberî koçberî ya welatiyên welatên derveyî Yekîtiya Ewrûpayê tund û dijwartir bû.

Siyaseta wî ya aborî kêmkirina bac anko taksan bû. Jiber wê hindek lihevnehatin di navbera partiya wî û partiya hevalbenda wan da çê dibûn.

Wî çend kitêb jî liser desthilatê û bacan (taksan, nalyatan) nivîsîne.

[biguherîne] Jînenîgar

Anders Fogh Rasmussen pisê cotkarekê xelkê Jütland a Danîmarkayê ye. Rasmussen navê malbata babê wî ye û Fogh ko navê wî yê nîvê ye, navê malbata dayika wî berî zewicînê bû. Lewma şaşiyek e ko Fogh wekî paşnavê wî bihêt bikaranîn.