Serdema Kevnare
Serdema Kevnare an Serdema Antîk an Antîk (ji latînî Antiquus) serdemeke dîrokzanên Ewropayê ji bo dor Deryaya Navîn salix da ye. Ew ji sedsala 8'an b.z. de dest pê dike û heta sedsala 6'an paş zayînê diajo. Di dema Antîkê de bi gelemperî Helen û Împeratoriya Romê serwerî ajotî bû.
Antîk bi dewletên Helenî re destpê dike û bi hilwaşîna Împeratoriya Romê ya Rojhilat a di 476an re xelas dibe. Yewnanan di sedsala 8'an de dest bi kolonî kirina dewletên dor xwe kir û pê re jî heta Anatolî dor Deryaya Navîn kir. Îskenderê Mezin xakên heta hundira Asyayê dagir kirin û ji pê re jî Împeratoriya Romê dor Deryaya Navîn serwerî ajotî bû.
[biguherîne] Yewnana Kevnare
-
Gotara bingehîn: Yewnana Kevin
Yewnana Kevnare heta xiristiyanî der tê ye. Gorî dîroknasan wê bandoreke mezin li ser Împeratoriya Romê û şarmendiyê Ewropayê kirî ye.
Yewnana Kevnare bi erdnîgarî ji bo xakên li ser yewnanî dihat axaftin tê bikaranîn: nîvgirava Yewnanê, Kîpros, giravên Egeyî, Anatoliya (Îyonya), Sîcîlya û başûra Îtalya bû. Di wê demê de demeke yewnanan heta nîvgirava Îberî û Misir yewnanan belav bû bûn. Di dora 700 b.z. Homeros Îliyad û Odîseya nivisandî bûn. Di sedsala 8'an Leyzên Olîmpiyadê dihat saz kirin.
Dema Helenî bi mirina Îskenderê Mezin re dest pê dike û bi dagir kirina Yewnanistana ji aliyê Împeratoriya Romê di 146 b.z. re xelas dibe.
[biguherîne] Roma Kevnare
-
Gotara bingehîn: Romaya Kevin
Roma Kevnare dewleta ku li Antîkê di sedsala 9'an da li bajarê Romê (Romayê) derketî bû. Di dema jiyandar bû wê monarşî, olîgarşî, komar û împeratorî dîtin. Wê di wan 20 sedsalan serwerî ajotî de dor Deryaya Navîn gelek bandorî bû. Împeratorî di sedsala 5'an de pêşin bû du paran û ji pê re jî ya rojava hilwaşiya û ya rojhilat jî wek Bîzans serwerî ajot. Bi gelemperî va bûyera wek dawiya Serdema Kevnare û destpêka Serdema Navîn tê pejirandin.