Apartheid

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Apartheid
Dema avabûnê
  • 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kaşîf/Îcadker
  • Hendrik Frensch Verwoerd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • history of South Africa (1910–1948) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • history of South Africa (1944–present) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Ji bo spiyan – Ji bo ne spiyan qedexe ye!, Peravên deryayê li Muizenberg a nêzîkî Kapstadt 1985

Apartheid navê sazûmaniya kolonyalîstan a berê ya li Afrîkaya Başûr li ser desthilatiyê bû ye. Bêje ji zimanê afrîkaanî tê û wateya wê "Bi taybetî veqetandin" e. Îro ji bo tevgerên dijmirovane û cudaxwaz ên nîjadperestiyê tê bikaranîn.

Tê zanîn ku beriya ku Nelson Mandela û ANC a ku hevyekiya nîjadan diparastin bibe desthilatdar bi dehan salan li vî welatî mirovên çermereş ji dagirkerên çermespî yên bermahiyên kolonyalîstan bûn, dihatin veqetandin.

Kesên çermereş nedikarîn sûdê ji cihên ku çermespî bikardîanîn werbigirin. Bo mînak aşxane, nexweşxane, dibistan, mal, kolan hwd ên herdu nîjadan diviyabû ji hev cuda bin. Rejîma nîjadperest kiryarên dijmirovane li çermereşan dikir û herçendî çermereş 85 % ji gelheya vî welatî bûn jî, ti mafekî wan î heman-jiyanê nebû.

Bingeha vê rejîmê kana xwe ji dagirkeriyê digirt. Brîtanî, Holandî û berên din Ewropayî wekî kolonyalîst çûbûn wir û dixwastin heya heyiyê ev yeka han bidome. Ji bo parastina vê sazûmaniya ne-dadî ji êşkence û kuştinê, heya ceribandina komkujiyan her tişt bikardianî.

Ji aliyekî ve jî nerazîbûnên hundurîn û derveyî jî xwe birêxistin dikirin. Serî de ANC û tevgerên aştîxwaz ên çermesoran, li seranser cîhanê tevgerekî xurt li dijî rejîmê derket holê. Sala 1961î de Afrîkaya Başûr ji Civata Îngîlîz a neteweyan (Commonwealth of Nations) hatiye derxistin.

Sala 1986î rejîm mecbûr ma ku hin gavan bavêje. Lê ev gav ên piçûk bûn û serokê efsaneyî yê ANC hêj zîndanî bû.

NY gelek ambargo ji bo vî welatî danîn. Van ambargoyan û têkoşîna aştîxwazên cîhanê biserdikeve û di nîsana 1990î de Nelson Mandela tê azadkirin.

Di hilbijartinên 27ê nîsanê 1994î de ANC û çermereş serkeftinê bidestdixin û Nelson Mandela jî dibe serokkomar.

Herwekî binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]