Apik
| Apik | ||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Apik (Hemidactylus sp.) li Xelfêtiyê (Kurdistan)
|
||||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||||
|
||||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||||
| Hemidactylus turcicus (Linnaeus, 1758) |
Apik (bi navê xwe yê latînî Hemidactylus sp.) gumgumokek e û mezinahiya xwe digihêje heta 15 santîman. Bi gelemperî di êvarê de aktîf dibe û tê dîtin. Da ku apik di êvaran de xwe baş veşêrîne rengê xwe ne tu balkêş e da ku tu ajal wî nebîne. Çavên xwe di êvare de pir baş dibînin û bîboka çavan wekî bîokên qelisî xuya dike. Li gorî zanyaran apik heywaneke ku kare rengan jî bibîne, ye (bi piranî heywan nikarin rengan bibînin).
Herwiha, apik gumgumokeke pir hîşyar e û bitews tevdigere.
Ji ber porikên xwe yên pir biçuk ên ku di bin lingên xwe de peyda ne, apik kare xwe li dîwaran bizeliqîne û bê pirsgirêk li ser dîwaran bimeseşe. Bi alîkariya ev porikan apik kare hêzên Van der Waalsê (hêzeke fîzîkî) bikarbîne û heta li ser pencereyan bile hilmeşe.