Apocî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Apocî (yan Apoçî, carine jî Apoyî) bernavek e ku ji bona kesên ku xwe bi îdeolojiya Abdullah Öcalanê serokê Partiya Karkerên Kurdistan îfade dike re tê bikaranîn.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva Apocî ji Apo û -cî tê. Apo bi xwe jî ji peyva ap (mam, birayê bavê kesekî) û paşgira -o têt û bernavê Abdullah Öcalanî ye. Apocî jî wiha tê wateya kesên li dû Apo diçin.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva Apocî bi giştî bi wateya kesên di PKKê de yan jî sempatîzanên wê re tê bikaranîn.

Navê berê yê PKKê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Apocî di heman demê de navê berê yê Partiya Karkerên Kurdistan bû.

Ev jî diyar dike ku qenc be yan xirab be, PKK bi gelek awayan tê wateya Apo û Apo jî hemî PKK ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: apocî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir