Arşama

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Arşama (farsiya kevn:Aršāma, yewnanî: Ἀρσάμης) kurê Ariyaramna û neviyê Hexameniş e. Tê gotin ku di dema Hexamenişiyan de ew keyê Persiya bû lê dev ji text û taca xwe diberde û keyîtiya Kûruşê Mezin dipejirîne. Lê di derbarê vê mijarê de çavkaniyên xurt nîn in. Lê tê zanîn ku ew di bavê Vîştaspa û satrapê Partiya bû. Wî di dema hikûmdariya Daryûsê Mezin de jiyana xwe ji dest daye. Navê Arşama di nivîskên Bêstûnê de derbas dibe.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Wergera nivîskên Bêstûnê (bi îngilîzî), ji orîjînalê di 24 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2011
  • Akbarzadeh, D.; A. Yahyanezhad (2006) (in Persian). The Behistun Inscriptions (Old Persian Texts). Khaneye-Farhikhtagan-e Honarhaye Sonati. ISBN 964-8499-05-5.
  • Kent, Ronald Grubb (1384 AP) (in Persian). Old Persian: Grammar, Text, Glossary. translated into Persian by S. Oryan. p. 393. ISBN 964-421-045-X.
  • A. Sh. Shahbazi: "Arsama", in Encyclopaedia Iranica.