Arjen Arî

Ji Wîkîpediya

Arjen Arî

Arjen Arî nivîskarekî kurd e.

Arjen Arî di sala 1956'a de, li herêma Mehsertê, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'a de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976'a de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsê de ma. Ew berdan,lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.

Malikek jê ev bû:

Du mirin kirin mahne,
rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibé bela kirin,
avêtin nav tirs û xwînê. 

Her wisa, beriya 12'é îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stranî dihatin gotin. Wek:

Tewrik tewrik tewriko,
tevriko/Ber tayê pembû xweş biko, 
tevriko/Roja me jî hindiko, 
tevriko/Maldar bi qurbana mi ko,
tevriko/Tevrik tevrik tevriko,tevriko

Anjî:

Roja pala erzan e
Kufletê mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!

Piştî 12ê Îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992'ê li navçeya Nisêbînê li ber deriyé mala xwe rastî êrişekê çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.

[biguherîne] Berhem

  • 2000 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, Helbest
  • 2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, Helbest
  • 2003 Destana Kawa, Weşanên Elma
  • 2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, Helbest
  • 2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok
  • 2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, Helbest