Arsim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cureyê arsima Hong Kongê

Arsim an persim navê nexweşiya grîpê (înfluenza) bi kurdî ye. A rastî her yek navê cureyekê grîpê ye.

Arsim di serdema navîn de nexweşiyeke canstîn bû. Îro herçendî derziyên parastinê hene jî, sedî sed naparêze. Lewra vîrus hergav xwe nû dike. Nexweşiyeke bisaw e û bi taybeti li cem zarokên nûçêbûyî, kesên NDD (nexweşiyên dil-demar) pê re hene û temendirêjan pirr bixetere ye û heya bigire canstîn e. Bi hezaran cureyê grîpê hene. Pirranî ji dermanan bêhtir, bêhvedan û bihêzkirina laş nexweşiyê têkdibe.

Hin sîmptomên arsimê[biguherîne]

  • Herikîna poz (bêvle)
  • Di tevahiyê laş de westîn, nearamî
  • Serêş
  • Herikîna hêstiran
  • Kûxînên hişk
  • Zêdetîna laş
  • Hin caran di stû de êş
  • Hin caran cirifîn
  • Hin caran di hişarê de nezelalî

Bo terapiyê[biguherîne]

  • Bêhnvedan
  • Dermanên antîbiyotîk
  • Pêşîgirtina sawê
  • Zêde vexwarina avê
  • Hîjyenî (paqijî)