Artêşa Tirk
Artêşa tirk, artêşa Romê, artêşa Tirkiyeyê (bi romî: TSK, Türk Silahlı Kuvvetleri - hêzên çekdar ên tirk) piştî têkçûna Osmanîyan, navê artêşa tirkan e.
Xwe di awayê artêşên klasîk ên Ewropayê birêxistin kiriye, lê di nava demê de ji wan derbastir kiriye, forma xwe wergerandiye ser forma desthilatdariyê. Lewra ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê û kûltûra taybet a dewletbûnê artêşê xwe ji aboriyê heya mûzîkê di tevahiya jiyanê de birêxistin kiriye, tevlî polîtîkayê dibe.
Artêşa Romê yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê ye. Duyemîn artêşa mezin a NATOyê ye. Gorî statîstîkên Tirkiyeyê hejmara leşkerên wê 514.000 e. Tenê ji bo sala 2010 vê artêşê ji bûtçeya dewletê 17,5 mîlyar US Dollar girtiye. Pirraniya dewletan statîstîkên xwe yên girîng vedişêrin. Bi texmînî hejmara eskerên tirk, li dora 1 milyonê ye û her sal ji xeynî çalakiyên veşarî û operasyonên li Kurdistanê dike, nêzîkî 120 milyar US Dollar pere xerc dike. Hinek ji wê pereyê ji fîrmayên artêşê tên.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Bi têkçûna împeratoriya Osmanî ve, sala 1923ê Komara Tirkiyeyê tê avakirin. Mejûyê damezrandina artêşa tirk 3'ê gulanê 1923 tê diyarkirin.
Artêşa tirk, wekî xwediyê Tirkiyeyê tê zanîn. Ji avabûna komarê ve heya îro her dem li ser hikûmetan re ye, carnan dest dide ser desthilatdariyê.
[biguherîne] Forma artêşê
[biguherîne] Cûnta û kontrgerîlla
[biguherîne] Jandarmê
[biguherîne] Di serîhildanên kurd de rola artêşa Romê
[biguherîne] Fîrma û saziyên girêdayî artêşê ne (yên aşkere)
- MKEK Fîrmayên makîneyan û kîmyayê, bazirganiya çekan
- ASELSAN Teknîk û alavên çekan hildiberîne. Herwiha teknîkên telekomûnîkasyonê difiroşe
- TAI Li ser esmangerî û bazirganiya alavên firokeyan
- GİRSAN
- TISAS
- Havelsan Kompîturgerî, nermalav ûêd
- Otokar Hilberîn û bazirganiya otomobîlan
- Transvaro
- Roketsan Hilberîn û firotina saroxan
- TÜBİTAK Ji bo lêkolînên zanistî û pêşdebirina teknîkê ye, bandora xwe li tevahiya xebatên zanistiyê yên Tirkiyeyê dike
- Tersaneya Gölcükê
- Akdal (çek) Hilberîn û bazirganiya çekan
Herwekî bi dehan fîrmayên artêşê hene li Tirkiye, welatên tûrkî yên Asyayê, Kurdistan û Kîprosê bazirganiyê dikin.