Artrîta rumatoîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyekî rontgen yê destekî bi nexweşiya artrîta reumatoîd (Rheumatoid arthritis)

Artrîta reumatoîd (Rheumatoid arthritis) nexweşiyeka romatîzmê ya domdirêje. Nexweşiyeka înflamasyonê û otoîmunolojîk ye. Hoya toşbon bi vê nexoşyê ne ya diyare. Li peyda bona vê nexoşyê hem genetik û jînge renge dewir hebît.

Hindek binemala ev nexoşye ya zore. Nizîkî yêk li sedê xelikî ev nexoşye ya lê.

Bi zorî jin vê nexoşyê vedigrin (her li sê nexoşa du jinin) û li temenê nizî çil salyê. Ev nexweşiye cumgêt nexoş digrî. Bi zorî cumgêt kiçke wek tibilêt dest u pê.

Li vê nexoşyê perdê ser cumga înflamasyon bo çê dibît ku dibênê sînovît. Nexoşî dibîte hoya înflamasyonê li gelek cumga (polîartrît). Bilî cumga ev nexoşyê gelek organêt dîş digrît wek pêst, nerv, çav, rihêt xînê,perdê ser sîpelkê u dil û gelek organêt dîş.

Nîşan û berjenga vê nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîşanê serekî yê vê nexoşyê êşe cumga ye. Cumge stîr, req, stor û gerim dibin û hindek ca cumge sorîş dibît. Karê cumga têk diçît (eve nîşanêt înflamasyonê ne). Nexoşî hêdî hêdî dest pê diket paşî zortir û grantir dibît.

Li vê nexoşyê bi zorî cumgêt kiçke yêt dest û pê duçar dibin herweş cumgêt dest, pê û yêt dîş.

Nexoşî herdu desta vedigrî (sîmetrî) û zortir li çar cumge li her layekî duçar dibin.

Req bona cumga spêdeya zêhetir li se'etekê dikêşî.

Ev nexoşye hêdî hêdî dest pê dike û zortir dibît. Nexoş nîşanêt giştî yêt nexoşya bo çê dibin wek mandî bon, bê hêzî, ta û kêm bona kêşa leş.

Teşxîs û diyagnoz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo teşxîsa vê nexoşye klinika wê zor ya giringe. Ew cumgêt duçar boy stur dibin, êş bo çê dibît.

Gelek cumge li dest û pêya duçar dibin. Cumge spêda req dibin zêhetirî demjimêrekî. Nexoş yê mandî ye, neşêt cumgêt xo bi kar bînît.

Têstê vê nexoyê diyar diken.

Ew têstêt giring bo aşkira kirina nexoşyê eve ne: RF, AntîCCP (ev têste zor yê taybetî ye bo aşkirakirina vê nexoşyê), ESR, CRP, HB, TPK û gelek têstêt dîş. X-ray cumga.

Derman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Zanyaryêt nexoş li ser vê nexoşyê zêde kirin.
  2. Fîzyoterapî û minasibkirina karê nexoş.
  3. Derman

Sê curêt dermana bo vê nexoşyê yêt hey: NSAID, kortîkosteroîd, dermanêt nexoşî ragir wek Methotrexate, Sulfasalazine, Leflunomide û hwd.

Eve çend sale hindek dermanêt dîş yêt peyda boy ko tibênê biyolojik wek Etanerecept, Adalimumab , Infliximab û hindekêt dî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Oxford Handbook of Rheumatology 2006 .